Maran xwedî dike û danûstandina wan dike

Tevî metirsiyan ji xwedîkirina maran hez dike û di danûstandina bi maran re pispor e û cûreyên wan baş nas dike.

Maran xwedî dike û danûstandina wan dike
Maran xwedî dike û danûstandina wan dike
Maran xwedî dike û danûstandina wan dike
24 tebax, 2018   07:40

RÊNAS REMO – MEDYA ELÎ / QAMIŞLO

Hin kes dikarin maran xwedî bikin û hin kesên din vê pîşeyê weke sihr bi nav dikin. Xelîl Îbrahîm herdu aliyan red dike û xwedîkirina û tîmarkirina maran weke zanist û hunerekê bi nav dike. Îbrahîm dibêje ku jehra hin ji van maran gelekî metirsîdar e û dikare 20 kesan bikuje.

Xelîl Îbrahîm ji şêniyên gundê Nes Til ê girêdayî navçeya Til Birak a girêdayî kantona Qamişlo ye. Xelîl xwedî behreyeke balkêş e ew jî xwedîkirina maran ne. Ehmed nîçira maran dike û wan xwedî û odeyeke taybet ji bo xwedîkirina maran li nêzî mala xwe ava kiriye. Di odeyê de, cihê her marekî taybet e. Ehmed malbata xwe jî fêrî nêçir û xwedîkirina maran kiriye.

Xelîl Îbrahîm El-Cedû derbarê xwedîkirina maran ji ajansa me re axivî û ev tişt got:ʺNe ji bo qezenckirina peran yan jî ji bo balkişandê ez maran xwedî dikime, berovajî wê pêwîste bi awayekî pisporî û hunerî zanibî çawa bi heywanan danûstandinê bikî.ʺ

Xelîl da zanîn ku dema wan di nava zeviyên xwe de kar dikir, ji wir fêrî nêçir û xwedîkirina maran bû û taybet di mezreyên navçeyê de mar pir bûn  û wiha pê de çû:ʺMar tu carî ji bo zerarê bide mirovan êrîş nake, tenê dema metirsî hebê parastina xwe dike.ʺ

Li gorî Xelîl gelek cureyên maran li navçeya Til Birak hene, lê cureya herî xeter marê rengê reş  a ku bi "Irbîd" tê binavkirin e , marê rengê şîn  bi xwarina mişkan tê nasîn.  Marê qehweyî ne bijehir e. Her wiha gelek cureyên din ên maran li herêmê hene.

(kc)

ANHA