Xebatên Komîteya Çandiniyê li Eyn Îsa

Komîteya Çandiniyê ya navçeya Eyn Îsa ji destpêka avabûne xwe de hewl da çandinî li herêmê pêş bixe. Komîteyê soz da ku mewsima havînê bi nirxên guncew ji cotkaran bikire.

Xebatên Komîteya Çandiniyê li Eyn Îsa
Xebatên Komîteya Çandiniyê li Eyn Îsa
Xebatên Komîteya Çandiniyê li Eyn Îsa
Xebatên Komîteya Çandiniyê li Eyn Îsa
Xebatên Komîteya Çandiniyê li Eyn Îsa
Xebatên Komîteya Çandiniyê li Eyn Îsa
Xebatên Komîteya Çandiniyê li Eyn Îsa
Xebatên Komîteya Çandiniyê li Eyn Îsa
24 tebax, 2018   07:15

TIRK EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Bi armanca şopandina karûbarên çandiniyê û piştgiriya cotkarên navçeya Eyn Îsa û bajarokên girêdayî wê(El-Hîşê, Ebû Xerze û El-Elî Baciliyê), Komîteya Çandiniyê hate ava kirin. Komîtey girêdayî Komîteya Aborî ya Meclisa navçeya Eyn Îsa ye.

Ji destpêka avabûna xwe de, komîte erdên çandiniyê serjimar kir. Li gorî serjimariyê 46 hezar û 322 dinom zevî hatine çandin û bi vî awayeî hatine belav kirin: 31 hezar û 420 dinom pembo, 3 herzar û 740 dinom garis, 3 hezar û 40 dinom sebze û 7 hezar û 762 dinom zebeş. Her wiha komîte li gorî vê serjimariyê desteka pêwîst dê pêşkeş bike. 

Her wiha ji bo avdana zeviyan, Komîteya Çandiniyê ji cotkaran re sotemenî li gorî hêza her ceneratorekê û bi nirxek guncew, her lîtreyek mazotê bi 55 lîreyên Sûriyê da cotkaran.

Ji bo madeya semadê jî Komîteya Çandiniyê ruxset da cotkaran da ku her cotkar li gorî erda ku çandî semad ji Mesrefa Çandiniyê ya Girê Spî bi deyn heta bidawîbûna demsalê  bigire.

Ji bo pêşwazîkirina hilberîna mewsima zivistanê sê  navend (Eyn Îsa, El-Celebiyê û El-Dehlîz )vekir. Komîte bi buheyên guncew ji cotkaran kirî.

Têkildarî vê mijarê cotkarê ji gundê El-Fatsa bi navê Ebdulrehman Osman spasiya karê ku komîteyê ji bo cotkaran kiriye, spasiya komîteyê kir.

Osman ji komîteyê xwest ku desteka xwe zêde bikek, ji ber buhabûna hin madeyên çandiniyê zêde bûye. 

Girêdayî vê mijarê Hevseroka Komîteya Çandiniyê Meryem Ersalan got: "Ji bo pêşxistina çandinî û kêmkirina barên cotkaran bi derfetên xwe yên heyî em piştgiriya cotkaran dikin û taybet di aliyê peydakirina mazot û semadê de. "

Her wiha Meryem wiha domand: "Ji bo ku bazirgan keysbaziyê li serê cotkaran nekin, me berhemên demsala zivistanê ji cotkaran bi buhayên guncew ku li gorî lêçûnên hilberînê kirî."

Li gorî Komîteya Çandiniyê niha ew ji bo pêşwazîkirina mewsima pembo, navendan amade dike.  Komîteyê buha û cihê navendên pêşwazîkirinê dê demek pêş de diyar bikin.

(şx)

ANHA