HPG`ê nasnameyên şehîdên Osmaniyeyê aşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameyên 6 gerîlayên 11'ê Tîrmeha 2018'an li Osmaniyeyê ji ber êrîşa hewayî şehîd bûn aşkere kir.

HPG`ê nasnameyên şehîdên Osmaniyeyê aşkere kir
HPG`ê nasnameyên şehîdên Osmaniyeyê aşkere kir
HPG`ê nasnameyên şehîdên Osmaniyeyê aşkere kir
HPG`ê nasnameyên şehîdên Osmaniyeyê aşkere kir
HPG`ê nasnameyên şehîdên Osmaniyeyê aşkere kir
HPG`ê nasnameyên şehîdên Osmaniyeyê aşkere kir
HPG`ê nasnameyên şehîdên Osmaniyeyê aşkere kir
24 tebax, 2018   07:08

 NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya ku li ser malpera HPG'ê hate weşandin wiha ye:

Di daxuyaniya xwe ya 17'ê Tebaxa 2018'an de me nasnameya şeş hevalên xwe yên li herêma Şarappinar a Osmaniyeyê di êrîşa hewayî ya artêşa TC a dagirker de şehîd bûbûn ji raya giştî re eşkere kiribûn. Navê hevalên me yên di heman êrîşê de şehîd bûn û nasnameyên wan nû zelal bûne, wiha ne:

Nasnav: Baran Bedran

Nav paşnav: Şervan Xelo

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-Bav: Melek-Reşît

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2018'an / Osmaniye

*****

Nasnav: Çekdar Sîpan

Nav paşnav: Rênas Alî

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-Bav: Aliye-Mûhammed

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2018'an / Osmaniye

*****

Nasnav: Delîla Çarçella

Nav paşnav: Hasan Veysî

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-Bav: Nazê-Fadil

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2018'an / Osmaniye

*****

Nasnav: Senger Pola

Nav paşnav: Cemal Hasan Nîjad

Cihê jidayikbûnê: Serdeşt

Dayik-Bav: Tûran-Hasan

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2018'an / Osmaniye

*****

Nasnav: Şiyar Rustem

Nav paşnav: Denîz Dalî

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Altûn-Kahraman

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2018'an / Osmaniye

*****

Nasnav: Xwînrej Dilbirîn

Nav paşnav: Haydar Karabûrk

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Gulçîn-Zubeyt

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2018'an / Osmaniye

Şerê li Kurdistanê derketiye qonaxeke nû û dewleta TC a faşîst êrîşên xwe yên xwînxwarî yên li dijî Kurdan zêde kiriye. Hêzên me yên gerîla li her cihî bi rengekî fedayî li dijî êrîşên dijmin şer dikin û derbên giran li dijmin dixin. Her hevalekî me yê li Osmaniyeyê şehîd bû, heta kêliya dawî cihê xwe di nava berxwedana dîrokî de girt û bûn lehengên bi rûmet ên gelê Kurd. Her hevalê me yê şehîd ku li bajarekî cuda yê Kurdistanê ji dayik bûn û di ciwantiyê de berê xwe dan çiyayên Kurdistanê, mîrateyeke mezin a têkoşînê ji me re hiştine.

Di serî de malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em careke din soz didin ku ji bo azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê, ku xewn û xeyala şehîdên me bû, em ê bi rengekî bê eman têkoşîna xwe bidomînin."