DAIŞ`ê  êrîşa bi kêran a li Parîsê girte ser xwe

Îro li banliyoyeya Trappesê ya li Parîsê bi kêran êrîşek hate kirin û di êrîşê de kesek mir û du kes jî birîndar bûn. Çeteyên DAIŞ`ê  ev êrîş girte ser xwe.

DAIŞ`ê  êrîşa bi kêran a li Parîsê girte ser xwe
23 tebax, 2018   12:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên nêzî koma lêpirsînê êrîşkarekî bi kêr li banliyoya Trappesê ya li Parîsê bi kêran êrîşek kir. Di êrîşê de kesek mir û du kes jî birîndar bûn. Êrîşkar piştre xwe spart malekê û ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

Li gorî medyaya Fransayê êrîşkar diya xwe û xwişka xwe kuştiye. Hate diyarkirin ku êrîşkar gotiye ‘Allahu Ekber’.

Çeteyên DAIŞ`ê  li ser malpereke xwe ya propagandayê êrîş li xwe girtin û diyar kirin ku hemwelatiyên welatên koalîsyonê wê bibin hedef.

Wezîrê Karê Hundir Gerard Collomb li Trappesê daxuyanî da û diyar kir ku êrîşkar kêşeyên wî yên giran ên psîkîyatrîk hene.

Trappes li herêmeke dewlemend a bi navê Yvelînesê ye û banliyoyeke hejar e. Li vê banliyoyê bêkarî 20 ji sedî ye. Hikumetê Trappes xistibû nav lîsteya 30 taxên ‘fetihkirina komarparêz’ ya ku derfetên polîsan li vê derê zêdetir in.