Duyemîn turnuveya fotbolê ya jinan destpê kir

Îro turnuveya fotbolê ya  duyemîn a jinan destpê kir.

Duyemîn turnuveya fotbolê ya jinan destpê kir
Duyemîn turnuveya fotbolê ya jinan destpê kir
Duyemîn turnuveya fotbolê ya jinan destpê kir
23 tebax, 2018   11:45

QAMIŞLO

Bi sponseriya Desteya Ciwan û Werzîşê û Yekîtiya Werzîşê ya Cizîrê duyemîn turnoveya fotbolê ya jinan destpê kir.

5 tîmên fotbolê yên jinan ji Qamişlo, klub Cûda ya Rimêlan, Serêkaniyê, Ehlî ya Amûdê û Biratî ya Tirbespiyê tev turnoveyê bûne.

Turnuve wê du mehan berdewam bike. Di her hefteyekê de dê du matş werin lidarxistin.

Bi dehan hezkiriyên fotbolê beşdarî vekirina turnuveyê bûn. Di destpêkê de matş di navbera Tîma Qamişlo û kluba Cûdî hate lidarxistin. Di encama wê de Tîma Qamişlo bi 7 gulan bi ser ket.

Hêjayî  bi bîr xistinê ye ku di sala 2017`an de yekem turnuveya fotbolê ya jinan hate lidarxistin. Di encama wê de tîma Qamişlo bi ser ket.

(bx)

ANHA