Li gundewarên Şamê şer didome

Di 8 rojên dawî de, li herêmên lihevkirinên di navbera Rûsya û Tirkiyê, gelek binpêkirin hebûn, lê niha bêdengiyek heye. Her wiha şer li ser sînorê di navbera gundewarên Şamê û Siwêdayî  de didome û çarenûsa kesên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin e revandin ne diyar e.

Li gundewarên Şamê şer didome
23 tebax, 2018   11:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê li herêmên lihevkirinê li Heleb, Hema, Idlib û Laziqiyê û di çarçoveya lihevkirina Rûsî – Tirkî di roja 9`an de aramiyek heye û di nava çend rojên dawî de careke din binpêkirin pêk hatin.

Çavkaniyan diyar kir ku hêzên rêjîmê û gurupên çete li Idlibê lihevkirina Rûsî – Tirkî ji xwe re derfet dibînin da ku navendên xwe beriya operasyonên leşkerî xurt bikin. Her wiha çavkaniyan tekez kir ku çeteyên Cebhet El-Nusra metirsiyên wan hene ku Rûsiya wan bifroşe Tirkiyê.

Ji aliyekî din ve jî çavkaniyan desntîşan kirin ku hêzên rêjîmê di saetên dereng ji şeva Çareşem – Pênşemê bi mûşekan êrîşî navendên çeteyên DAIŞ`ê yên li Telol El-Sefa ya girêdayî beyara Şamê li ser sînorê bi Siwêdayê re kir. Her wiha şer di navbera herdû aliyan de didome. Bi vê yekê hêzên rêjîmê hewil dide ku çeteyan neçar bikin ku radestî wan bikin. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar ji herdû aliyan hene.

Her wiha şerên demkî bi awayekî dijwar di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ`ê de li derdora aliyên herêma Tilûl El-Sefa yên li ser sînorê  gundewarên Şamê û Siwêdayî didome.

Hêzên rêjîmê di nava 24 saetên dawî de li derdora herêmê pêşve çû û gelek navend û nuqteyên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de xistin bin serweriya xwe de. Hêzên rêjîmê hewil dide ku pêşve biçin û hebûna çeteyên DAIŞ`ê li herêmê tune bike. Hêzên rêjîmê bi mûşek û bi topavêjinan êrîşî herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê kir. 

Her wiha li Siwîdayî piştî êrîşa mezin û dijwar ku pêk hat metirsî li ser çarenûsa kesên ku di 25`ê Tîrmehê de ji Siwêdayî ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin e revandin hene û gel der berî  xemsariya hêzên rêjîmê ji vê dozê re bi hêrs in.

(bx)