HPG`ê li Gever û Çelê li artêşa dagirker xist

HPG'ê diyar kir ku li Gever û Çelê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî hatine lidarxistin û herî kêm leşkerek hatiye kuştin

HPG`ê li Gever û Çelê li artêşa dagirker xist
23 tebax, 2018   10:48

NAVENAD NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên wan sibeha 22'ê Tebaxê saet 04:30'î li dijî artêşa Tirk a li geliyê Deştanê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîne.

Li gorî daxuyaniyê ji 2 baskan ve li yekîneya artêşa Tirk hatiye xistin û herî kêm leşkerek hatiye kuştin.

Navendê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya pêngava şoreşgerî de heman rojê saet 07:50'î li navçeya Geverê ya Colemêrgê li yekîneyeke artêşa Tirk a li ser girê Elîşêr xistine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.