Li Parîsê êrîşa bi kêran

Li Trappesê ya ku banliyoya Parîsê ya Fransayê ye êrîşeke bi kêran hate kirin. Di êrîşê de kesek mir û du kes jî birînar bûn. Êrîşkar hate ‘bêbandorkirin’.

Li Parîsê êrîşa bi kêran
23 tebax, 2018   10:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Fransayê kesekî li banliyoya Trappesê bi kêran êrîş kir. Êrîşkar piştî ku kesek kuşt û du kes birîndar kir, xwe spart malekê. Polîsan diyar kirin ku êrîşkar hatiye bêbandorkirin lê diyar nekirin bê ka dijî yan na.

Rayedar li ser êrîşê lêkolînan dikin, bê ka ev êrîşeke terorîstî ye yan na. Trappes li herêmeke dewlemend a bi navê Yvelînesê ye û banliyoyeke hejar e. Li vê banliyoyê bêkarî 20 ji sedî ye.

Hikumetê Trappes xistibû nav lîsteya 30 taxên ‘fetihkirina komarparêz’ ya ku derfetên polîsan li vê derê zêdetir in.