Li dijî Xurmatû êrîşa bi hewanan

Li dijî navçeya Xurmatû êrîşa bi hewanan pêk hat û di encamê de jinek birîndar bû.

Li dijî Xurmatû êrîşa bi hewanan
Li dijî Xurmatû êrîşa bi hewanan
23 tebax, 2018   08:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro saetên sibehê li dijî navçeya Xurmatû ya parêzgeha Selahaddîn êrîşa bi hewanan pêk hat. Çend guleyên hewanan bi Taxa Eskerî ya Xurmatû ketin.

Li ser êrîşê rêveberê polîsên Xurmatû Hisên Elî ji Rojnews re axivî û got; “Bi hewanên 81 milîm êrîş pêkhat. Guleyek hewanê bi malekê ket û yek jî bi depoya taxekê ket. Yên din bi cihên leşkeri ketin.”

Elî got ku ji ber guleyên hewanê jinek birîndar bû û heya niha jî nayê zanîn ev guleyên hewanê ji aliyê kê ve hatine avêtin.