Li Reqayê nexweşên laşmanyayê têne dermankirin

Berpirsê navenda tenduristiyê ya gerok diyar kir ku wan 143 kesên bi nexweşiya laşmanyayê ketine pêşwaz kiriye, ji vê hejmarê 52 nexweş hatin dermankirin û nexweşên din jî hîne têne tedawîkirin.

Li Reqayê nexweşên laşmanyayê têne dermankirin
Li Reqayê nexweşên laşmanyayê têne dermankirin
Li Reqayê nexweşên laşmanyayê têne dermankirin
Li Reqayê nexweşên laşmanyayê têne dermankirin
23 tebax, 2018   08:22

FÎRAS TEYAWÎ / REQA

Komîteya Tendurisityê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê li herêma El-Keramayê û gundewarên rojhilatê Reqayê kampanyaya dermankirina ji nexweşiya laşmanyayê dabû destpêkirin.

Pêngav ji destpêka meha Gulanê ve destêpê kiribû, kampanyayê di nav xwe de herêmên li rojhilatê Reqayê El-Himêrat, Cidêdat û Hos girtiye.

Berpirsê navenda tenduristiyê ya gerok Elî El-Îbrahîm anî ziman ku ekîpa navendê dişînin herêmên ku îhtîmala belavbûna nexweşiya laşmanyayê lê heye ji ber qirêjê. El-Îbrahîm  destnîşan kir ku di serî de sedema sereke ya belavbûna nexweşiyê hate çareserkirina û bi hevkariya şaredariyê cihê sergoyê hate dûrxistin, paşê jî navend hate vekirin.

El-Îbrahîm bi lêv kir ku navendê 143 kesên bi nexweşiya laşmanyayê ketine pêşwazî kir, ji vê hejmarê 52 nexweş hatin dermankirin û hejmara mayî jî niha tedawî dibin.

Elî anî ziman ku kampanya berdewam e ta hemû nexweşên laşmanyayê werin dermankirin.

(bb)

ANHA