Li herêma Cizîrê  yekem werşeya çêkirina çenteyan

Elî Dawod ji şêniyên navçeya Amûdê ye, li ser makîneya dirûtinê ya  dayika xwe fêrî dirûtinê dibe û yekem weşreya çêkirina çenteyan li ser asta Cizîrê vedike.

Li herêma Cizîrê  yekem werşeya çêkirina çenteyan
Li herêma Cizîrê  yekem werşeya çêkirina çenteyan
Li herêma Cizîrê  yekem werşeya çêkirina çenteyan
Li herêma Cizîrê  yekem werşeya çêkirina çenteyan
Li herêma Cizîrê  yekem werşeya çêkirina çenteyan
Li herêma Cizîrê  yekem werşeya çêkirina çenteyan
Li herêma Cizîrê  yekem werşeya çêkirina çenteyan
23 tebax, 2018   08:17

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Elî Dawod ji şêniyên navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê ya Bakurê Sûriyeyê ye, 46 salî ye. Elî dikana xwe ya firotina pêwîstiyên dibistanê veguherand werşeya çêkirina çenteyan.

Elî Dawod beriya 16 salan fêrî çêkirina çenteyan dibe. Çîroka wî ya vekirina werşeya çêkirina çenteyan wisa ye;

"Rojekê ku diçe Helebê da ku pêwîstiyên dikanê bikire derbasî werşreyeke dirûtina çeteyan dibe, ji wê rojê de ji vê pîşeyî hez dike û biryar dide ku xwe fêrî vê pîşeyê bike û werşeyekê veke.

Elî piştî vegerê, li ser makîneya dirûtinê ya dayîka xwe fêrî dirûtinê dibe û her wiha bi riya bernameyek li ser televîzyonê fêrî çêkirina çenteyan dibe.

Destpêkê, hin çente çêkirin û di dukana xwe de firotin. Piştî 4 salan baş fêrî pîşeyê dibe, makîneyek dirûtina çenteyan dikire û bi hevkariya malbatê dikana xwe ya biçûk veguherand werşeya çêkirina çenteyan.

Elî diyar kir ku gelek bazirganan ji Şam û Heleb jê xwest ku berhemên çêdike pêşkêşî wan bike, lê wî qebûl nekir û berhemên xwe li sûkên herêma Cizîrê difiroşe.

Elî Dawod dibêje ew bi karê xwe kêfxweş e û wiha tîne ziman:"Dema çenteyên ji werşeya xwe li pişta zarokekî dibînim pir kêfxweş dibim, wekî serkeftinekê ji bo xwe dibînim."

Elî Dawod diyar kir ku di dema serweriya rêjîmê li ser Cizîrê de endamên ewlehiyê yên rêjîmê wî gelek aciz dikirin. Kargeh hema hema li herêma Cizîrê qedexe bûn, endamên ewlehiyê yên rêjîmê pir caran bi awayekî keyfî werşeya Elî digirtin û çend çente beyî ku temenê wê bidin dibirin.

Elî her wiha destnîşan kir ku çenteyên çêdike kalîteya xwe baş e û bi nirxên kêm ji yên ji derve tên erzantir e û hewcedariya bazirgana pêk tîne.

Armanca Elî Dawod û 6 enadmên malbatê wî pêşxistina werşeyê ye. Lê Elî rastî gelek astengiyan tê ji ber kêmbûne karkeran, nepeydabûna xişrên çenteyan û qutbûna kehrebayê.

Cureyên çenteyên ku li werşeya Elî Dawod tên şêkirin ev in çenteyên dibistanê, çenteyên laptopan û çenteyên destan.

(şx)

ANHA