Mijarên rojnameyên erebî îro behsê kirine ev in

Ji destpêka destwerdana Rûsya li Sûriyeyê ve, çekên xwe tecrûbe dike û leşkerên xwe di pratîkê de li ser axa Sûriyeyê perwerde dike. Daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê vê yekê piştrast dike. Artêşa Rûsyayê 231 cûreyên çekan tecrûbe kirine. Nîşan derdikevin ku guman e avakirina hikûmeta Lubnanê dê dereng bimîne.

Mijarên rojnameyên erebî îro behsê kirine ev in
23 tebax, 2018   07:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girîng ên herêmê kirin. Rojnameyan behsa rewşa li Idlibê û axaftina serçeteyê Cebhet El-Nusra û daxuyaniyên Amerîka der barê hebûna Rûsya li Sûriyeyê de kirin. rojnameyan her wiha bal kişandin ser xebatên avakirina herdu hikûmetên Îraq û Lubnanê û behsa aloziya Yemenê û rewşa Filistînê jî kirin.

Ne pêkan e pişta Idlibê bi Tirkiyeyê xurt bibe

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyên îro hatine çapkirin behsa rewşa li bakurrojavayê Sûriyeyê kirin. Rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Xurtkirina eniyên şer li bakurê Sûriyeyê amadekariya şerekî berfireh e". Rojnameyê diyar kir ku hêzên rêjîma Sûriyeyê û tabûrên leşkerî û îslamî ji agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê sûd werdigirin û xalên xwe li bakurê Hema û başûrê Helebê xurt dikin û amadekariya şerekî mezin dikin. Serçeteyê giştî yê Cebhet El-Nusra Ebû Mihemed El-Colanî jî hişyarî da tabûrên li Idlibê ku lihevhatinê bi rêjîmê re nekin û weke li herêmên din pêk hatiye ti lihevkirinan bi wê re pêk neyînin.

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Cebhet El-Nusra ji hevpeymaneke Rûsya û Tirkiyeyê ditirse ku bibe qurbanê wê". Rojnameyê diyar kir ku Cebhet El-Nusra beriya niha înîsyatîfa Tirkiyeyê ya xwehelandinê û leşkerên xwe di nava tabûrên din de belav bike red kiriye, ditirse ku bibe qurbanê hevpeymaneke Tirkiye û Rûsyayê. Ser çeteyê Cebhet El-Nusra Ebû Mihemed El-Colanî di dîmeneke qeydkirî de ku li ser Telegram hatiye weşandin wiha dibêje: "Divê welatiyên me bizanibin ku xalên Tirkiyeyê yên li herêmê hatine avakirin ne pêkan e pişta wan li dijî dijmin xurt bike û bila bi soz û daxuyaniyên çapemenî neyên xapandin. Helwestên siyasî car bi car tên guhertin.

Hişyariyên bikaranîna kîmyawî û Rûsya ji bo jinûve avakirina Sûriyeyê xwe dispêre aliyên din

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Bolton; Rûsya ketiye çirava Sûriyeyê û ji bo bikarnîna çekên kîmwayî li Idlibê em rêjîmê hişyar dikin.. Lavrov banga vekişandina hêzên biyanî dike.". rojnameyê diyar kir ku dosya Idlbibê gem bûye. Der barê vî bajarî Sûrî de daxuyaniyên Amerîka, Ewropa û navnetewî hatin dayîn. Şêwermendê Ewlehiya Netewî yê Amerîka Cohn Bolton bi hêrz û zelal daxuyakirin ku peyam ji hemû aliyan re ji Rûsya, rêjîma Sûriyeyê û Îranê re şandin û hişyariya bikaranîna çekên kîmyawî li Idlibê da. Piştre hişyariyeke sêalî ji aliyê Waşinton, Parîs û Londonê ve dane rêjîmê ku çekên kîmyawî li Idlibê bikar nîne.

Rojnameyê diyar kir ku Bolton dibêje ku Rûsya ketiye çirava Sûriyeyê û ji bo fînansekirina xebatên jinûve avakirinê li Sûriyeyê xwedispêre aliyên din.

Sûriye û gelê wê zeviya tecrûbeya çekên Rûsyayê ye

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Mosko; Artêşa Sûriyeyê %96 ji axa welat vegerand". Rojnameyê diyar kir ku wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku artêşa Sûriyeyê % 96.5 ji axa welat vegerandiye, piştî ku tenê serweriya % 8 dikir, dema ku çalakiya leşkerî ya Rûsyayê di Sûriyeyê de di sala 2015'an de dest pê kir.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de destnîşan kir ku Wezareta Rûsyayê eşkere kir ku bêtirî 63 hezar leşkerên Rûsya û di nava wan de 434 general perwerdeya xwe di çalakiyên leşkerî yên li Sûriyeyê de piratîkî wergirtin. Her wiha artêşa Rûsyayê 231 cûreyên çekan yên nû û yên hatine nûkirin ceribandin.

Girêdayî mijarên Îraqê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Li Mûsilê xwepêşandanên nerazîbûna ji vekişandina Heşid El-Şehbî".

Rojnameya El-Heyat girêdayî mijareke din a Îraqê nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Xebatên avakirina mezintirîn bilok ji bo avakirina hikûmetê berdewam e".

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Pêdiviya UNRWA bi 270 milyon dolar heye da ku lawazbûna xwe derbas bike".

Girêdayî mijara Yemenê jî rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Artêşa Yemenê li Sehda pêşve diçe û Heşda Hosî li Hece û El-Mihwêt pêşve diçe".

Der barê xebatên avakirina hikûmeta nû ya Lubnanê de rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "derengmayîna avakirina hikûmeta Lubnanê bi aloziya hevbendiyên Îraqê ve tê şibandin; Hizbullah pirsgirêkê dihêle ji ber ku têkldarî dijberên wî ye."