Akademiya Ş.Berçem çavkaniya belavkirina Netewa Demokratîk e

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê Akademiya Civaka Demokratîk a Şehîd Berçem bi çavkaniya pêşxistina kesayet û bilavkirina nirxên biratiya gelan û Netewa Demokratîk tê naskirin.

Akademiya Ş.Berçem çavkaniya belavkirina Netewa Demokratîk e
Akademiya Ş.Berçem çavkaniya belavkirina Netewa Demokratîk e
Akademiya Ş.Berçem çavkaniya belavkirina Netewa Demokratîk e
Akademiya Ş.Berçem çavkaniya belavkirina Netewa Demokratîk e
23 tebax, 2018   06:15

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Akademiya Civaka Demokratîk a Şehîd Berçem a navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê di 2013‘an li taxa Xerbî ya navçeyê hate vekirin.

Akademî her mehekê dewryeke perwerdeyê ji bo endamên komîn û yên saziyên Rêveberiya Xweser bi dawî dike. Heta niha 43 dewreyên perwerdeyê hatin bi dawîkirina û dewreya 44 a bi navê Şehîd Yelmaz Dirbêsiyê didome.

Di her dewryekê de 25 endam di nava 25 rojan de ders; girîngiya perwredeyê, civaka xwezayî, şêwazê xîtabetê, dîrok û erdnîgariya Kurdistanê, welatparêzî, rastiya fermandariyê, Şoreşa Rojava, Neteweya Demokratîk, parastina rewa, rihê hevaltiyê, jinelojî, hevjiyana azad, rexne û xwerexenekirin dibînin. Her wiha di saetên ber êvarî de semîner, belgefilim têne organîzekirin. Wekî din jî demeke ji xwendina pirtûkan hatiye veqetandin.

Rêveberên akademiyê destnîşan kirin ku di demên destpêkê ji vekirina akademiyê de tevlêbûna ji bo perwerdeyê kêm bû, ji ber hin feraseta perwerdê û akademiyan di nava civakê de belav nedibû.

Rêvebera akademiyê Neha Ehmê destnîşan kir ku pergalên serwer ên ku welat hikum kirin hewl didin bîrdoziya li esasê berjewendiyên dewletê belav dikin û ev tişt anî ziman:"Li vir bi riya perwerdeyan em hewl didin wan ji zihniyeta desthildar xelas bikin. Kesên ji vê akademiyê mezûn dibin sazî û navendên lê dixebitin pêş dixin."

Perwerdekarê bi navê Emar El-Ewaşî diyar kir ku, tiştî wî di perwerdeyê de qezence kiriye feriq û cûdahî naxe navbera Kurd û Ereban, akademî perwerde li ser bingehê jiyana hevbeş û biratiyan gelan dide. Emar El-Ewaşî di berdewama axaftina xwe de got:"Em hemû xwişk û biran e, hewl didin welatekî azad ji bo tevahî Sûriyeyan, ji dûrî pergalên desthildar ava bikin. Bi riya perwerdeyên akademiyê min fikir û felsefeya Ocalan nas kirin ku banga wekheviya di navbera hemû ol û mezheban de dike."

Emar her wiha got:"Em fêr bibûn ku rola jin tenê di karê malê û xwedîkirina zarokan de ye, lê piştî min perwerde dît, min dîroka jin nas kir ku bingeha avakirina civakê ye. Ez bang li her kesî dikin ku beşdarî perwerdeyan bibin û ez ê zarokên xwe bi felsefeya Ocalan mezin bikim."

(bb)

ANHA