Li Kobanê cebariya xwezayî

Elî Hec Ehmed ji bav û kalan xwe fêrî cebariyê bûye, hestiyên şikestî dicebirîne û yên ji cih derketî dixe cih. Tevî ku zanista bijîşkiyê bi pêş ketiye jî lê dîsa gelek welatî berê xwe didin dermanên xwezayî û diçin cem cebaran. 

Li Kobanê cebariya xwezayî
Li Kobanê cebariya xwezayî
Li Kobanê cebariya xwezayî
Li Kobanê cebariya xwezayî
23 tebax, 2018   05:38

KOBANÊ

Elî Hec Ehmed (60) di nava welatiyan de bi navê "Elo" tê nasîn û niha li gel malbata xwe li bajarê Kobanê bi şêwazên xwezayî cebartiyê dike.

Bavê Elî ji bavê xwe bi temenê biçûk fêrî cebartiyê dibe, paşê bapîrê Elî jiyana xwe ji dest dide. Bavê Elî karê bavê xwe berdewam dike û Elî bi temenê 10 salî li ber destê bavê xwe kar dike ta ku fêr dibe û di karê cebartiyê de dibe pispor. Paşê bavê Elî Hec Ehmed jî jiyana xwe ji dest dide. Ew, hevjîn û du zarokên xwe mala xwe ji gundên Kobanê tînin bajarê Kobanê û Elî dev ji wî karî berdide, lê ji ber ku risqê wî di vî karî de heye welatiyên Kobanê şikestina hestiyên xwe li gel Hec Ehmed dicebirînin. Hêdî hêdî li nava welatiyan belav dibe û welatî berê xwe didin mala wî.

Di dema bav û bavpîrê Hec Ehmed de wan dar, qumaşê spî, hêk û ardê spî li şûna lesaqê bi kar dianîn, lê niha Elî qumaşê spî, dar û lesaqê bi kar tine lê ev tenê dihêle ku wiha bicebire.

Hec Ehmed di biçûkiya xwe de dest bi vî karî dike û ji bo wê wiha dibêje: "Eger şikestin û cihderketina hestî nû be, ez dikarim bi her awayî bixim cih."

Elî Hec Ehmed hemû cureyên şikestinê çêdike, tenê ya sêvikê nikare bicebirîne û wiha pê de diçe: "Ez pereyan tenê ji bo pêwîstiyên xwe digirim, lê ez pereyan ji kesên belengaz û feqîr nagirim. Hin caran eger şikestina wan giran be, ez pereyan digirim." Hec Ehmed diyar kir ku ew şikestin û cihderketinên kevn eger ji demeke dûr de şikestibe, nikare çareser bike.

(kc)

ANHA