Xwedîkirina hespên esîl careke din zindî dibe

Xwedîkirina hespên esîl ku di dema rêjîmê û dagirkirina komên çete de hatibû paşguhkirin, careke din zindî dibe.

Xwedîkirina hespên esîl careke din zindî dibe
Xwedîkirina hespên esîl careke din zindî dibe
Xwedîkirina hespên esîl careke din zindî dibe
Xwedîkirina hespên esîl careke din zindî dibe
Xwedîkirina hespên esîl careke din zindî dibe
22 tebax, 2018   09:46

KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Herêmên başûrê navçeya Tirbespiyê û Çilaxa yên Bakurê Sûriyeyê bi xwedîkirina li hespên erebî yên esîl navdar e. Her wiha ev herêm bûbû meqseda xwedîkar û hezkiriyên hespên erebî. Bi taybet ji Qeter û Siûdî Erebistanê dihatin vê herêmê ji bo hespan.

Li herêmên başûrê navçeya Tirbespiyê û Çilaxa gelek cureyên hespên erebî hene; Cidraniya, Hidebiyat, Hemedaniyat, Resen, Ebiya û Kihêla. Kihêla jî 8 cureyên wê hene.

Rêjîma Sûriyeyê nedihişt xwediyên hespan ên herêma Cizîrê beşdarî pişbirkên hespan ku li ser asta Sûriyeyê dihatin lidarxistin, bibin.

Di dema dagirkirina komên çete de ji herêmên başûrê Tirbespiyê û Çilaxayê xwedîkirina hespan bi paş de ket, nemaze ku çeteyan dest danî ser hespên li Girhok, Til Elo yên Çilaxa û gundê Heso Reta yê Tirbespiyê.

Piştî rizgarkirina herêman ji aliyê YPG û YPJ‘ê ve ji çeteyan di destpêka 2015‘an xwediyên hespan dîsa li kevneşopiya bav û kalên xwe vegeriyan.

Cedûi 6 hespên wî yên Cidiriyat hene û diyar dike ku wî ev pîşe ji bav û kalên xwe girtiye û vî tiştî dibêje: "Xwedîkirina hespan li herêmê çandeke pir kevn e, divê mijûlbûneke baş bi hespan hebe û werin perwerdekirin."

Cedûi da zanîn ku rêjîmê nedihişt ew bi navê xwe beşdarî pêşbirkan bibin û wiha anî ziman: "Hespên me beşdarî pêşbirkan dikirin, lê ne bi navê me, hin kesên ji herêmên din wekî Heleb, Tertûs û herêmên çiyayê hespên me dibirin û tev li pêşbirkan dibûn."

Hikmet Ehmed El-Hisên ji başûrê Tirbespiyê ye hespên wî Hidêbiya hene balê dikişîne ku piştî demek ji paşguhkirin û jibîrkirinê xwedîkirina hespan di bin banê Rêveberiya Xweser de bi pêş dikeve, êdî pêşbirkên wan têne lidarxistin mîna ya li Til Hemîs û Girhokê.

Xwediyên hespan diyar dikin ku kêmbûna êmên hespan û kêmbûna birêxistinkirina pêşbirkên hespa zehmetiyên li ber wan ên nû ne.

Xwediyên hespan bang li aliyên têkildar kir ku destekê bidin wan û pêşbirkan zêde bikin.

(bb)

ANHA