Kooperatîfên li Qamişlo roj bi roj zêde dibin

Li bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê 21 kooperatîf hene ku xizmeta civakê dikin û jiyana komînal di nava civakê de bi pêş dixin.

Kooperatîfên li Qamişlo roj bi roj zêde dibin
Kooperatîfên li Qamişlo roj bi roj zêde dibin
Kooperatîfên li Qamişlo roj bi roj zêde dibin
Kooperatîfên li Qamişlo roj bi roj zêde dibin
Kooperatîfên li Qamişlo roj bi roj zêde dibin
Kooperatîfên li Qamişlo roj bi roj zêde dibin
Kooperatîfên li Qamişlo roj bi roj zêde dibin
Kooperatîfên li Qamişlo roj bi roj zêde dibin
22 tebax, 2018   09:47

QAMIŞLO

Bi destpêka Şoreşa Rojava re Yekitiya Kooperatîfan li herêma Cizîrê bi armanca pêşxistina aboriya komînal û peydakirina derfetên kar, her wiha ji bo xurtkirina têkiliyên civakî û rêgirtina li ber keysbaziyê hate damezirandin. Li bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê 21 kooperatîf di bin banê Yekitiya Kooperatîfan a herêma Cizîrê de dixebitin.

Ji kooperatîfên li bajarê Qamişlo hatin avakirin kooperatîfa jenatoran, hejmara vê kooperatîfê 10 û li taxên bajêr belav bûne û ji aliyê şêniyan tên birêveberin. Du kooperatîfên sewalkariyê (xanên pez) li taxa Xerbî hatin vekirin.

Ji aliyê jinan ve kooperatîfên xweser hatin vekirin. Kooperatîfa Şîlan a dirûtina cil û bergên jinan bi beşdarbûna 40 endamên jin li taxa Hilêliyê hate vekirin. Her wiha kooperatîfa Hêvî û Nesrîn a çêkirina madeyên paqiyê jî bi beşdarbûna 48 jinan hate vekirin.

Di çarçoveya rêgirtina li ber keysebaziya dermanan de, Kooperatîfa Tendurisityê bi tevlêbûna 85 kesan hate vekirin, her beşdarekî 100 hezar lîreyên Sûrî xist kooperatîfê û pêwîstiyên tenduristiyê difiroşin. Di Kooperatîfa Hevgirtin  a madeyên xwarin û paqijiyê de 550  bi 15 hezar lîreyan beşdarî bûye.

Para malbatên şehîdan jî di kooperatîfan de heye. Di vê çarçoveyê de firneya nan bi beşdarbûna 50 malbatî hate vekirin.

Rêveberê Kooperatîfan, Îmad Îbrahîm anî ziman ku armanca wan pêşxistina têkiliyên civakî û aboriya komînal, peydakirina derfetên kar, her wiha rêgirtina li ber keysbaziyê ye.

(bb)

ANHA