Li dijî Heşdî Şebî êrîşa DAIŞ`ê, kuştî û birîndar hene

Li Selehaddînê ya Iraqê çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke xwekuj birin ser tûgaya ku hêzên Heşdî Şebî lê bûn. Di encamê de bi kêmanî 6 kes mirin.

Li dijî Heşdî Şebî êrîşa DAIŞ`ê, kuştî û birîndar hene
22 tebax, 2018   07:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî kanên ewlehiyê şeva ku Sêşemê bi ser Çarşemê ve girêdide, saet 01.00’an êrîş pêk hat. Di êrîşa xwekuj de ya bi ser tûgaya 51’ê de, ku hêzên Heşdî Şebî lê bûn bi kêmanî 6 kes mirin.

Hate gotin êrîşkaran kincên leşkerî li xwe kirine û ketine tûgayê. Di nav kuştiyan de hate gotin nûçegihanekî bi navê Îsa Abdulleraz jî heye. Hate gotin 5 kesên jî leşker bûne.

Rayedarên polîsan gotin bi kêmanî 30 kes di êrîşê de birîndar bûn. Ji nav birîndaran rewşa gelekan jê ne baş e.