Li Navenda Cemîl Horo beş û dewreyên nû

Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Şêxmeqsûdê ji nû ve geş dibe. Ji bo çalakkirina navendê û vejandina çanda kurdî, navendê gelek beş vekirin û gelek dewreyên perwerdeyê jî vedike. Her wiha ji navendê gelek nifş derçûne.

Li Navenda Cemîl Horo beş û dewreyên nû
Li Navenda Cemîl Horo beş û dewreyên nû
Li Navenda Cemîl Horo beş û dewreyên nû
Li Navenda Cemîl Horo beş û dewreyên nû
Li Navenda Cemîl Horo beş û dewreyên nû
Li Navenda Cemîl Horo beş û dewreyên nû
Li Navenda Cemîl Horo beş û dewreyên nû
Li Navenda Cemîl Horo beş û dewreyên nû
Li Navenda Cemîl Horo beş û dewreyên nû
Li Navenda Cemîl Horo beş û dewreyên nû
22 tebax, 2018   07:40

EHMED REŞÎD / HELEB

Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya Şêxmeqsûdê ku piraniya taxê kurd in, di Îlona 2012'an hate vekirin. Gelek hunermend, helbestvan û endamên komên cuda ji bo vejandina kelepora kurdî bê navber di navendê de xebitîn. Her wiha gelek nifş piştî ku fêrî lêdana amûrên muzîkê, stran, govend û awayên vegotina helbestan bûn, ji navendê derçûn.

Piştî du salan û di dawiya sala 2013'an de ji ber êrîşên komên çekdar li ser taxê, tevî wêran û talankirinê gelek şêniyên taxê berê xwe da Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê.

Di encamê de xebatên navendê sînordar bûn û Navend Cemîl Horo veguherî navendeke biçûk ku tenê hin çalakiyên hunerî bi boneyên niştimanî pêşkêş dike. Hunermendên ku li taxê mane û li hemberî zehmetiyan li ber xwe da, tevî parastina taxê, çand û kelepora kurdî jî parastin.

Vekirina beşên nû û perwerde

Taxa Şêxmeqsûd piştî ku bû şahida gelek şer û êrîşan, niha bi şêniyên xwe ve ji nû ve geş dibe. Ji bo çalakirina Navenda Cemîl Horo, zanakirina malbat û bi taybet zarokan li ser çanda xwe û ji bo pêşxistina çalakiyên hunerî wekî dîlan, stran û fêrkirina lêdana amûrên muzîkê navend dixebite.

Navendê bi çavdêriya mamoste û akademîsyenên hunerî beşên solfêj, lêdana tembûr, viyolîn (keman), stran, hunera nîgariyê, dîlan û şanoyê vekirin. Lê ji bo waneyên fêrbûna muzîkê, destpêkê di pêngava yekem de hefteyê carekê li ser solfêjê wane tên dayîn. Piştî demekê her yek li gorî daxwaza xwe derbasî fêrkirina lêdana amûrên muzîkê yan beşên din tên ferzkirin.

Têkildarî xebatên navendê endama rêveber a navendê Rengîn Ebdo axivî û armanca vekirina beşan û mekanîzmeya xebatê ji ajansa me wiha vegot: "Em dixwazin nifşên nû yên pêşerojê bi çand û kelepora civakê bidin nasîn da ku nifşekî biexlaq û demokrat ava bikin."

Li ser vekirina beşên din, Rengîn destnîşan kir ku li gorî derfetan û eger îmkan hebin dê beşên fêrkirina lêdana amûrên gîtar û klarnetê jî vekin.

(şx)

ANHA