Dagirkeriya Tirk du jê jin sê efrîniyên din revandin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê, du jê jin û sê welatî ji gundê Girzîle yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê revandin û birin cihekî ne diyar.

Dagirkeriya Tirk du jê jin sê efrîniyên din revandin
22 tebax, 2018   07:08

EFRÎN

Çavkaniyekî ji gundê Girzîle ji nûçegihanê me re ragihand ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê Ehrar El-Şam, beriya niha bi du rojan du jê jin sê welatî ji gundê navborî revandine û ew birin cihekî ne diyar. Navên kesên ku hatine revandin li gorî çavkanî wiha ne: Zekî Hemkaro (25), Zerîfe Umer (53), Fetûme Ebdo (50).

Heman çavkanî tekez kir ku dagirkeriya Tirk êşkence û heqaretê li kesên ku revandine dike û li hemberî berdana wan peran ji malbatên wan dixwaze.

Ji roja ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir, bi sedan welatiyên Efrînê hatine revandin û çarenûsa wan heta niha ne diyar e. Dagirkeriya Tirk ji bo berdana wan peran ji malbatên kesên ku revandine dixwaze.

(kc)

ANHA