‘Divê MSD di çareserkirina pirsgirêka Idlibê de cih bigire’

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê, siyasetmendar Şewket Berazî diyar kir ku armanca Tirkiyeyê ew e ku bi destê çeteyan axa Sûriyeyê parçe bike, li beranberî vê jî projeya MSD’ê parastina mafên hemû gelên Sûriyeyê ye, divê MSD di çareserkirina pirsgirêka Idlibê de cih bigire. 

 ‘Divê MSD di çareserkirina pirsgirêka Idlibê de cih bigire’
22 tebax, 2018   06:15

BÊRÎTAN MEDUSA – SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Idlib yek ji bajarên bakurê Sûriyeyê ku di demên dawîn de bûye xalek nakok di navbera Rûsya, Tirkiye û Sûriyeyê de. Di hefteya borî de aloziya Idlibê bû mijara cîhanê. Piştî bakurê Sûriyeyê û Rojava ji çeteyan hatin paqijkirin, çeteyan xwe spart Idliba ku di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de. Idlib bû navenda çeteyan, di serê van çeteyan de jî Cehbet El-Nusra tê. Piştî jiholêrakirina çeteyên li Deraayê, vê carê jî Rûsya û Sûriyeyê berê xwe da Idlibê.

Di 13’ê Tebaxê de Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo rewşa Sûriyeyê bi taybet rewşa Idlibê çû Tirkiyeyê. Di 14’ê Tebaxê de jî hêzên rejîmê gundewarên başûrê Idlibê yên di bin dagirkeriya çeteyên Tirkiyeyê de topbaran kir. Di heman demê de ji herêmê agahiya ku Tirkiye dixwaze çeteyên Cebhet El-Nusra ku di lîsteya terorê ya navneteweyî de ye, bide helandin, vî karî yan bi nav guhertin, yan jî derbaskirina herêmên din ên di bin dagirkeriya xwe de bike. Dewleta dagirker vê yekê jî ji bo êrîşên rejîmê yên li ser Idlibê pûç bike, dide kirin. Di heman demê de li gorî agahiyên di 17’ê Tebaxê de hatin girtin, dewleta Tirk a dagirker ji Hatayê tank û panzerên pêşketî yên M60 derbasî Idlibê dike.    

‘Tirkiye dixwaze bi destê çeteyan Sûriyeyê parçe bike’

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê, siyasetmedar Şewket Berazî pirsgirêk, proje û fikrên xwe yên li ser çareserkirina pirsgirêka Idlibê ji ajansa me re vegotin. Şewket Berazî bal kişand ser girîngiya Idlibê ya di aliyê erdnîgarî û siyasî de û wiha got: “Projeyên hemû hêzên ku li Sûriyeyê cih digirin di Idlibê de hene. Projeya çeteyên ku her tim navên xwe diguherin, lê di cewherê de heman ku biryara wan di destê Tirkiyeyê de ye, heye. Tirkiye dixwaze bi destê van çeteyan projeya Osmanî di Sûriyeyê de bide pêkanîn. Projeya Rûsyayê heye ku heta cihekî Tirkiyeyê razî bike da ku qadek erdnîgarî di Sûriyeyê de ji xwe re bide veqetandin. Di heman demê de projeya Rêveberiya Xweser jî ji bo wekheviya mafên pêkhateyan heye. Lê hinek proje meşruiyeta wê heye û hinek proje jî meşrûiyeta wan tune ne. Dewleta Tirk dagirker e û dixwaze bi destê çeteyan axa Sûriyeyê parçe bike. Em jî di bin rêveberiya MSD’ê de wek pêkhateyên Sûriyeyê mafê me ye ku projeya xwe ya yekitiya gelên Sûriyeyê pêk bînin û mafê hemû pêkhateyan biparêzin.”

‘Idlib xeleka dawîn a pirsgirêka Sûriyeyê ye’

Siyasetmedar Şewket Berazî girîngiya çareseriya pirsgirêka Idlibê şîrove kir û gotinên xwe wiha berdewam kirin: “Li gorî min dê Idlib bibe xeleka dawîn a aloziya Sûriyeyê. Idlib girêdayî ye bi rewşa Efrîn û Helebê ve. Ji bo vê jî divê erka MSD’ê di çareserkirina pirsgirêka Idlibê de hebe, ji ber ku QSD hêzek e ku hemû gelên Sûriyeyê tê de cih digirin. Ji bo aramiya ku li bakurê Sûriyeyê û Rojava hatî avakirin li van herêman jî bê avakirin.”

‘Cihê Tirkiyeyê di Sûriyeyê de namîne’

Siyasetmedar Şewket Berazî fikrên xwe yên der barê çareserkirina pirsgirêka Idlib û Sûriyeyê de anîn ziman û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji bo rewşa Sûriyeyê hevpeymanên cuda tên kirin û piştî demekê ev hevpeyman tên guhertin. Eger em biçin ser girîngiya hevpeymana di navbera Sûriye- Rûsya û Rûsya-Tirkiyeyê de, têkiliyên Rûsyayê bi Tirkiyeyê re taktîkî ne, lê bi Sûriyeyê re stratejiyek mezin in. Ji ber ku Rûsyayê bi hinceta Sûriyeyê hêz û hebûna xwe nîşanî cîhanê da. Di heman demê de Rûsya ji bo hinek berjewendiyan Tirkiyeyê kişand aliyê xwe. Lê ev baş tê zanîn ku têkiliyên Tirkiyeyê bi Amerîkayê re digihîjin 50 salî, veqetandina wî ji Amerîkayê di rojekî de nabe û eger bibe jî divê Tirkiye di aliyê leşkerî, ekonomîk û stratejîk de xwe ji nû ve bide avakirin. Lewma eger Tirkiye û Sûriye bên beramberî hev, dê Rûsya xwe ji Sûriyeyê dûr neke. Li gorî fikra min cihê Tirkiyeyê namîne, helqeya dawîn jî dê pirsgirêk bi rûniştina MSD û rejîmê bê çareserkirin.”

ANHA