Di nimêja cejnê de hate tekezkirin ku Berxwedana Serdemê didome

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê li mizgefta Fafîn a Şehbayê nimêja cejna Qurbanê kirin. Di nimêjê de hate tekezkirin ku Berxwedana Serdemê didome û rizgarkirina Efrînê cejna wan a herî mezin e.

Di nimêja cejnê de hate tekezkirin ku Berxwedana Serdemê didome
Di nimêja cejnê de hate tekezkirin ku Berxwedana Serdemê didome
Di nimêja cejnê de hate tekezkirin ku Berxwedana Serdemê didome
Di nimêja cejnê de hate tekezkirin ku Berxwedana Serdemê didome
21 tebax, 2018   05:54

ŞEHBA

Şêniyên kantona Efrînê ku ji ber kiryarên hovane yên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ji Efrînê derkevin û berê xwe bidin Şehbayê, cejna Qurbanê  îsal bi rihê Berxwedana Serdemê bi şêniyên herêma Şehbayê re pîroz kirin.

Di saetên berbangê de, şêniyên Efrînê û Şehbayê berê xwe dane mizgefta navçeya Fafîn û bi hev re nimêja cejna Qurbanê kirin.

Paşê, şêxê mizgeftê xitba cejnê da û bal kişand ser hevgirtin û biratiya di navbera gelên herêmê de. Şêx got hinek alî hene dixwazin bi rêya ola Îslamê fitnê di navbera gelan de çêbikin.

Xitbe bi pîrozkirina cejna Qurbanê li şêniyên Şehba û Efrînê, dewamkirina Berxwedana Serdemê û rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran cejna herî mezin e, bi dawî bû.

(kc)

ANHA