Minbiciyan di serdana goristana şehîdan de soza şopandina rêya wan nû kirin

Rêveberî û şêniyên Minbicê ku bi boneya cejna Qurbanê serdana goristana şehîdan kirin, soza şopandina rêya şehîdan nû kirin û tekez kirin ku bi saya şehîdan Minbic hate rizgarkirin û cejna Qurbanê li malbatên şehîdan pîroz kirin.

Minbiciyan di serdana goristana şehîdan de soza şopandina rêya wan nû kirin
Minbiciyan di serdana goristana şehîdan de soza şopandina rêya wan nû kirin
Minbiciyan di serdana goristana şehîdan de soza şopandina rêya wan nû kirin
Minbiciyan di serdana goristana şehîdan de soza şopandina rêya wan nû kirin
Minbiciyan di serdana goristana şehîdan de soza şopandina rêya wan nû kirin
Minbiciyan di serdana goristana şehîdan de soza şopandina rêya wan nû kirin
Minbiciyan di serdana goristana şehîdan de soza şopandina rêya wan nû kirin
Minbiciyan di serdana goristana şehîdan de soza şopandina rêya wan nû kirin
Minbiciyan di serdana goristana şehîdan de soza şopandina rêya wan nû kirin
21 tebax, 2018   05:21

MINBIC

Îro roja yekê ya cejna Qurbanê ye. Bi vê boneyê şêniyên Minbicê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demorkatîk a Minbicê, malbatên şehîdan û Meclisa Leşkerî ya Minbicê serdana goristana şehîdan a bajarê Minbicê kirin. Li goristanê, gul li ser gorên şehîdan hate danîn û fatihe hate xwendin.

Paşê, ji bo giyanê şehîdan gel deqeyeke rêzgirtin sekinî. Piştre, ji rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan Xanim Îbrahîm cejna Qurbanê li malbatên şehîdan pîroz kir û got ger ne ji şehîdan ba ew nedgihîştin vê rojê û ewlekarî pêk nedihat.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Hemdan axivî û got:ʺŞehîd rêveberên me yên rast in. Em careke din soz didin em ê li ser rêya şehîdan bimeşin û soza xwe li hemberî wan nû dikin.ʺ

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê Nezîfe Xelo jî axivî û da zanîn bi saya şehîdan rêveberiya Minbicê hate avakirin û careke din soza şopandina rêya cangoriyan ta pêkanîna armancên wan da.

(kc)

ANHA