‘Tirkiyê di hindir de binketiye û kirîza xwe derbasî welatên derdorê dike‘

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeya Şukrî Hemo anî ziman ku armanca sereke ya deweta Tirkiyê têkbirina projeya demokratîk li Rojhilata Navîn e û got, "Tirkiyê di hindir de binketiye û kirîza xwe derbasî welatên derdorê dike."

‘Tirkiyê di hindir de binketiye û kirîza xwe derbasî welatên derdorê dike‘
21 tebax, 2018   04:54

ÎSAN ABDULLAH / QAMIŞLO

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeya Îsam Abdullah di hevdîtineke xwe de li gel ajansa me êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Kurdistanê bi taybetî êrîşa dawîn a li ser Şengalê nirxand.

Hemo di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser destwerdana dewlet Tirk di aloziya Sûriyeyê de û anî ziman dagirkeriya Tirkiyê ji destpêka aloziyê ve dest li Sûriyeyê wer dide, Cebhet El-Nusra, DAIŞ û komên din ên çete ava kir û li hemberî projeya demokratîk, bi taybet projeya Kurdan li Rojava da xebitandin û wiha domand, "Dagirkeriya Tirkiyê tevahî gelê Kurd dike hedef, li Başûr be an Bakur cihê ku Kurd lê hebin dike hedef."

Hemo diyar kir ku Tirkiyê hewl dide serdema Osmaniyan vejîne û ev tişt anî ziman, "Mînakên vê yekê li Kobanê me dît, paşê berê da Cerablûsê, bi riya çeteyên xwe qadên xwe fireh kir, her wiha çavê xwe bera Minbic û herêmên din da."

Hemo di nava axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiyê hewldanên dewleta Tirk di çarçoveya astengkirina projeya demokatîk a Bakurê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman, "Ev yek dide xuyakirin ku Tirkiyê ji projeya demokratîkbûyînê ya li Bakurê Sûriyeyê ditirse, ji ber ku ev tecrûbeyeke cûda di Rojhilata Navîn de ye."

Tirkiyê pirsgirêka xwe ya hindirîn derbasî derve dike

Hemo da zanîn ku Tirkiyê kirîza xwe ya hindirîn derbasî welatên derdorê dike û ev tiştî anî ziman, "Dagirkeriya Tirkiyê dema ku dikeve tengaviyê de pirsgirêkên xwe yên hindirîn derbasî welatên derve dike, da ku ji gelê Tirkiyê re bêje vaye ez we ji xeteriyan diparêzin, wekî ku bêje ti pirsgirêkên hindirîn nîn in."

Şukirî Hemo, êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê bi tundî şermezar kir û anî ziman ku êrîşa hatî kirin delîlê îflasa Tirkiyê ye û hewldana veşartina têkçûyîna xwe ya siyasî û aborî ye. Sukirî got, "Dewleta Tirk a dagirker bi serokatiya Erdogan roj bi roj paş de diçe, aloziya hindirîn û têkiliyên bi derve re xirabtir dibe, çarenûsa dewleta Tirk a diktator wê binketin be, ji ber ku li hemberî gelê azadîxwaz disekine û destekê dide terorê."

(bb)

ANHA