ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-08-2018
21 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Bi boneya Cejna Qurbanê, şêniyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji saetên serê sibehê ve serdana goristanên şehîdên azadiyê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-"Şehîd pêşengên me yên madî û manewî ye, her tim di dilê me de ne"bi vê hevokê şêniyên kantona Efrînê, di nav de malbatên şehîdan pêşwaziya cejnê dikin, lê ji serdana gorên zarên xwe yên şehîd mehrûm in. Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gorên şehîdan ên li Efrînê dirûxînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî diyar kir ku bi hezaran şervanên YBŞ û YJŞ’ê ji bo tolhildana şehîd Mam Zekî amade ne û got di demeke nêzîk de dê tola Mam Zekî were rakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeya Şukrî Hemo anî ziman ku armanca sereke ya deweta Tirkiyê têkbirina projeya demokratîk li Rojhilata Navîn e û got, "Tirkiyê di hindir de binketiye û kirîza xwe derbasî welatên derdorê dike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Nakokiyên Washingtonê û Enqerayê di gelek aliyan de, bi taybetî di aliyê aborî de her ku diçe zêde dibe. Xuyaye ku doza binkirinên Tirkiyê ji cezayên li ser Îranê re yek pirsgirêka herî mezin a di navbera herdu aliyan de ye. (BI WÊNE).

CIWAN

- Ciwanên Êzidî yên Şengalê li dijî êrîşa li ser Şengalê û şehîdxistina Zekî Şengalî soza tolhildanê dan û gotin, DAIŞ‘ê û dewleta Tirk ji hev ne dûr in.(BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên navçeya Eyn Îsayê ji bo xurtkirina aboriya xweser projeyan vedikin, Kongreya Star jî ji bo serkeftina projeyan desteka madî û manewî dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Bermahiyên petrolê ji çavkaniyên herî zêde ye ku li çemê El-Rimêlê li bajarokê Ceza belav bûye û bandor neyînê li çemê dike. Bandorek bi cehir li ser şênî, sawal, ax û avên bîran li herêmên ku çem tê re derbas dibe dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Dêrazorê, zeviyên pembo ji ber tunebûna derman nexweşiyan, bi nexweşiya kurim ket. Ji ber jî cotkar zeviyên xwe firotin sewalkaran. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevya Sor a Kurd li Şehbayê di aliyê kêbûma hin cure derman zehmetiyan dikişîne, ji lewra dibe sedem ku nexweşî belav bibin. Rayedarên Hevya Sor xwest ku di zûtirîn demê de alîkarî ji wan re were şandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Navçeya Ehrisê ji bo şêniyên gundên Herbelê û yên derdorê bîrek li gund kond, her wiha xebatên sererastkirina riyan û xetên kanalîzasyonê didomîne û li aliyekî din ji bo demên pêş jî pilan danîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çandinî li navçeya Til Birak îsal bi awayekî ber bi çav pêşketiye. Qadên ku hatine çandin 5 qat zêde bûne. Meclisa Çandinî a navçeyê piştgiriya cotkaran dike, ji ber wê çandinî li navçeyê geş û berhem dê du zêde be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA