7 Êzidiyên hatin rizgarkirin gihîştin malbatên xwe

Di roja duyemîn a taziya Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî de 7 Êzidiyên ku ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin rizgarkirin radestî malbatên wan hatin kirin.

7 Êzidiyên hatin rizgarkirin gihîştin malbatên xwe
20 tebax, 2018   16:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Di 3'yê Tebaxa 2014'an de dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin, bi hezarn Êzidî hatin qetilkirin û ji aliyê çeteyan ve dîl hatin girtin. Heta niha ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QDS) ve gelek ji wan hatine rizgarkirin. Herî dawî 7 kesên ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarkirin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Li Serdeşta Çiyayê Şengalê di bin konê taziya ji bo Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî ku di 15'ê Tebaxê de, di êrîşekî hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, 7 kesên ji aliyê şervanên QSD'ê ve di Pêngava Bagera Cizîrê de ji destên çeteyên DAIŞ'Ê hatin rizgarkirin, hatin pêşwazî kirin.

Piştre Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) kesên hatin rizgarkirin radestî malbatên wan kirin.

Navên kesên hatine rizgarkirin wiha ne,

Xezal Elî ya ji navçeya Til Ezêr a Şengalê û 4 zarokên wê

Semîra Emer a ji Qeseb

Menal Xelat a ji Herdan