Hêviyên koçberên Kampa El-Erîşe ji bo cejna Qurbanê?

Koçberên Kampa El-Erîşe ji ber dijwarbûna rewşên ewlehiyê ji herêmên xwe revîn û ji ber ewlehiya herêmên Bakurê Sûriyeyê, ev der ji xwe re wek stargeh dît. Koçber hêviya vegera herêmên xwe qut nakin.

20 tebax, 2018   08:44

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Koçberên Kampa El-Erîşe ya ku dikeve başûrê bajarê Hesekê di çarçoveya tunebûna piştgirî û pêşkêşkirina alîkariyê ji aliyê rêxistinan ve, rewşên gelek dijwar dijîn. Koçberan bi hatina cejna Qurbanê re hêvî û azarên xwe bi ajansa me re parve kirin.  

Ehmed Abdullah ji koçberên Dêrazorê ye û wiha got: "Bi boneya hatina cejna Qurbanê re ez hêvî dikim ku vegerim malê xwe. Rewşa bajarê Dêrazorê baştir bibe û bajar ji bermahiyên DAIŞ'ê paqij bibe û ez ji nû ve xizmên xwe bibînim."

Beraî Ehmed ji koçberên Dêrazorê ye û wiha dibêje: "Em di kampê de şadiya cejnê nabînin. Em ji malbat, xizm û gundên xwe dûr in. Bi hêvî ne ku cejna bê li mal û di nav dostên xwe de bin."

Ji aliyê xwe ve koçberê ji Dêrazorê yê bi navê Mihemed Ebas hêvî dike ku vegere bajarê xwe û aramî di nav hemû herêmên Sûriyeyê de pêk were û wiha got: "Em hemû gelê Sûriyeyê pîroz dikin. Em bang li gelê Sûriyeyê dikin ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê û tunekirina terorê dest bi dest bixebitin."

Her wiha zarokê bi navê Umer Mihemed wiha got: "Em bi şadî û kêfxweşiya cejnê nahesin. Ji bo pêşwazîkirina cejnê cilên me tune ne. Daxwaza me ew e ku pêdiviyên jiyanê ji bo me peyda bikin û em hêvî dikin ku cejna bê li mal û li bajarê xwe pîroz bikin."

(şx/ew)

ANHA