Li Reqayê xebatên restorekirina mizgefta dîrokî didomin

Saziya Karûbarên Olî ya bajarê Reqayê xebatên sererastkirina cihên îbadetê dimeşîne. Di encama şerê ku li bajêr rû dane de gelek cihên îbadetê wêran bûne. Sazî niha mezintirîn mizgefta Reqayê ku dîroka wê vedigere sala 771'an, restore dike.

Li Reqayê xebatên restorekirina mizgefta dîrokî didomin
Li Reqayê xebatên restorekirina mizgefta dîrokî didomin
Li Reqayê xebatên restorekirina mizgefta dîrokî didomin
Li Reqayê xebatên restorekirina mizgefta dîrokî didomin
Li Reqayê xebatên restorekirina mizgefta dîrokî didomin
Li Reqayê xebatên restorekirina mizgefta dîrokî didomin
20 tebax, 2018   07:32

EMAR EL-XELEF / REQA

Çeteyên DAIŞ`ê dema ku herêmekê dagir dikir, di bin navê ola îslamê de, kiryarên hovane li dijî sivîlan pêk dianîn. Her wiha di bin navê olê de, şûnwarên dîrokî ku dîroka wan vedigerê bi hezaran salan û taybet mizgeftan rûdixandin.

Mizgefta Ebû Bekir El-Sidîq a Reqayê ku di nav gel de bi navê Mizgefta Mezin tê naskirin mezintirîn mizgeft e û bû şahida hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê. Di dema Ebû Cefar El-Mensûr de di sala 771'an de ji heriyê hate avakirin.

Rûbera qada mizgeftê 3 hezar û 500 metre ye. Mizgeft mezintirîn û girîngtirîn cihên îbadetê li herêmê ye, her wiha bû şahida terora çeteyên DAIŞ'ê ya ku bi zanabûn cihên îbadetê wêran kirin.

Mizgefta Ebû Bekir dikeve aliyê başûrê Mûzexaneya Reqayê ji aliyê Kolana El-Mensûr li navenda bajarê Reqayê. Saziya Karûbarên Olî piştî berhevkirina 200 milyon lîreyên Sûriyeyê alîkariyan û bi piştgiriya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên temîrkirinê mizgeftê dimeşîne.

Ji aliyê rojhilatê mizgeftê mineraya mizgeftê bi teşeya lûle û bi dirêjahiya 20 metre heye. Ji aliyê Rojava ve cihê limêjkirina jinan heye. Heta niha tenê minare û hejmarek odeyên kevn ku bûn şahidê berxwedana wê li hemberî çeteyan ma ne.

Gelek şêxên zanistên olî serdana Mizgefta Ebû Bekir El-Sidîq kirine. Ji rojên îmamê mizgeftê şêx Mehmûd El-Xoce gelek waneyên olî û fêrkirina pirtûka pîroz dihatin dayîn.

DAIŞ'ê mizgeft ji xwe re weke cihê lidarxistina civînan û dayîna waneyên olî ji bo belavkirina fikrên xwe yên tundrew di nav sivîlan de bi kar dianî.

Lê piştî rizgarkirina bajar Reqayê di 20'ê Mijdara sala borî de, meclis û sazî hatin avakirin. Her wiha Saziya Karûbarên Olî jî hate ava kirin da ku bibe berpirsa cihên îbadetê (mizgeft û dêr) û şopandina kar û barên olî.

Serokê Saziya Kar û Barên Olî yê Reqayê Şêx Elî Nayif El-Şueyb wiha got: "Di gava yekemîn de em mizgeftên ku wêran bûne bi awayekî beşî temîr dikin. Mizgefta Mezin temîr dibe û piştre dê xebatên restorasyon û avakirina mizgeftên din bimeşin.”

Her wiha Şêx Elî Nayif El-Şueyb bang li hemû rêxistinên navdewletî kir ku ji bo restorekirina mizgeft û dêran alîkariya wan bikin. Her wiha da ku bajarê Reqayê vegere minereya zanist û ola rast dûrî fikra tundrew. Di heman demê de bang li xiristiyana kir ku vegerin bajarê Reqayê. 

Saziya Kar û Barên Olî niha xebatên restorekirina kirina Mezgefta Mezin dimeşîne. Her wiha sazî bi piştgiriya Meclisa Sivîl a Reqayê dê xebatên restorekirina kirina dêran jî bimeşîne.

(şx/ew)

ANHA