Li herêmên nû hatin rizgarkirin amadekariyên cejnê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi nêzîkbûna cejna Qurbanê re tedbîrên parastinê di nava bajêr de asê kirine. Her wiha Polîsên Trafîkê jî tevgera çûn û hatinê bi rêxistin kiriye û derbasbûna motorsîklêt û seyare di nava sûkan de qedexe kirine.

Li herêmên nû hatin rizgarkirin amadekariyên cejnê
Li herêmên nû hatin rizgarkirin amadekariyên cejnê
Li herêmên nû hatin rizgarkirin amadekariyên cejnê
Li herêmên nû hatin rizgarkirin amadekariyên cejnê
Li herêmên nû hatin rizgarkirin amadekariyên cejnê
Li herêmên nû hatin rizgarkirin amadekariyên cejnê
20 tebax, 2018   07:21

REQA

Bi hatina cejna Qurbanê re, tevgera welatiyan li bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê zêde bûye. Nemaze herêm ji çeteyan hatine rizgarkirin û di bin banê Hêzên Ewlekariya Hundirîn de têne parastin û birêxistinkirin.

Bi hatina cejna Qurbanê re tevgera welatiyan di nav sûkên bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê de zêde bûye. Ji aliyê xwe ve Hêzên Ewlekariya Hundirîn tedbîrên parastinê asê dikin.

Polîsên trafîkê rê li ber ketina erebe û motorsîklêtan ji sûkan re girt. Her wiha ajokarên motorsîklêtan hişyar kir ku di rojê cejnê de neajon.

Piştî 4 salan ku dema DAIŞ'ê ji şadiya cejnê qut bûbûn, şêniyan bi şadî ji bo kirîna pêdiviyên cejnê berê xwe da sûkan. Bi nêzîkbûna cejnê re şênî qurbanan ji sûkê sewalan dikirin. Îsal ji salên din bêtir sûka sewalan bi firoşkar û muşteriyan geş bûye. Buhayê her qurbanekî li gorî pîvan û cureya her sewalekî cuda ye.

Li gorî Komîteya Zabîte ya bajarê Reqayê, rêjeya qezenckirina bazirganan ji firotina şîraniyan ji sedî 20 diyar kir. Şênî şîranî û cilan bi buhayên guncaw dikirin.

Ji aliyê xwe ve buroyên zimhêr, tenduristî û zabîte yên Şaredariya Gel ên bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê dewriyeyên xwe zêde kirine û dikanan kontrol dikin. Kalîteyên şîraniyên cejnê û buhayê wan kontrol dike.  

Ji aliyên amadekariyên ewlehiyê, tîmên mudaxeleyên lezgîn û ambulans di nav bajaran de digerin. Her wiha ji bo girtina girtekên saxlemiyê di nav bajaran de gelek noqteyên ambulansê yên sabît li sûkan hatine belavkirin.

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Tebqayê Îmad Hisên El-Betûşî wiha got: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Tebqayê di nav hişyariyê de ne. Dewriyeyên ewlehiyê di nav bajêr de dimeşînin. Her wiha beşa trafîkê jî tevgera erebeyan li derdora sûka navendî piştî girtina deriyên ketin û çûnê ji sûkê bi rêxistin dike."

Di cejnê de gelek xizmên ku nakokî di navbera wan de heye li hev tên. Her wiha çêja cejnê li gel zarokan cuda ye, serî sibehê zû radibin, cilên xwe yên nû li xwe dikin û di destê xwe de çente yan tûrik ji bo komkirina şekirên cejnê digerin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî rizgarkirina herêmç ji hêla QSD’ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê ev cejna qurbanê ya yekemîn e.

(şx-ew)

ANHA