‘Gotinên Rêber Ocalan niha pêk tên‘

Niştecihekî Helebê Abdullah Meimo ji wan kesan e ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye. Meimo dibêje tiştên ku herêmên rizgarkirî li Bakurê Sûriyeyê pêk tên, wergera gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên beriya 20 salan e.

‘Gotinên Rêber Ocalan niha pêk tên‘
20 tebax, 2018   07:06

ROZANA DADO / HELEB

Welatiyê bi navê Abdulah Meimo ji niştecihên Helebê ye û 90 salî ye. Her wiha bavê 2 têkoşeran û şervanekî YPG'ê ye. Meimo 3 caran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye.

Cara yekemîn li Lubnanê di sala 1999'an de û 2 caran li bajarê Helebê li taxên El-Muhendisîn û El-Hemdaniyê tevî hin malbatên şehîdan di sala 1992'yan de bi Ocalan re rûniştiye.

Abdullah Meimo wiha dibêje: "Di hevdîtinek bi Rêber Ocalan re, ji me re got her çi qas  derfet û hêza dijminan xurt be, lê dê gelê me bi lehengî li hemberî wan bisekine. Divê vîn û hêza gelê me biçûk neyê dîtin."

Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî û bi hevkariya gelek hêzên mezin wekî Amerîka, Rûsya, dewletên rojavayî û Afrîkayê hate girtin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê kirin.

Meimo wiha li gotinên xwe zêde kir: "Gotinên Ocalan di salên 90’î de niha pêk tên. Ji bo civakek bigihîje asta serkeftin û demokrasiyê divê di nav biratî, hezkirina welat û jiyana hevbeş de di nav pêkhateyên xwe de beyî nîjadperestî û cudahî bijîn."

Meimo diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rola jinan a pêşeng di rêvebirina civakê de jî tekez dikir û digot dîroka jinan bi destkeftiyan têr û tijî ye.

Her wiha ji 5'ê Avrêla 2015'an ve dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Ocalan ferz kiriye û nahêle parêzer û malbat jî wî bibînin. Her wiha komîteya li dijî îşkencekirinê ya girêdayî Meclisa Ewropayê ji bo nixumandina binpêkirinên dewleta Tirk der heqê Ocalan de rewşa girtîgeha Îmraliyê zelal nake.

Li ser sifatên Rêber Ocalan Meimo wiha got: "Ocalan kesekî xurt û dilnizm e. Tirsê nizane. Hemû axaftinên xwe li ser nîqaş û geşbîniyê ava dike."

Di dawiyê de Abdullah Meimo pêwîstiya rakirina tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekez kir û binpêkirinên dewleta Tirk der heqê Ocalan de şermezar kirin.

(şx/ew)

ANHA