Sûkên herêma Cizîrê beriya cejna Qurbanê

Di encama ewlehî û aramiya herêmê û erzanbûna nirxên pêwistiyên cejnê de li gorî salên borî, bi nêzîkbûna cejna Qurbanê re sûkên kantona Cizîrê qerebalix bûne.

Sûkên herêma Cizîrê beriya cejna Qurbanê
Sûkên herêma Cizîrê beriya cejna Qurbanê
Sûkên herêma Cizîrê beriya cejna Qurbanê
Sûkên herêma Cizîrê beriya cejna Qurbanê
Sûkên herêma Cizîrê beriya cejna Qurbanê
Sûkên herêma Cizîrê beriya cejna Qurbanê
20 tebax, 2018   06:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên kantona Cizîrê ji bo pêşwazîkirina cejna Qurbanê di nav amadekariyan de ne. Şênî ji bo kirîna pêdiviyên cejnê herikîn sûkên kantonê.

Xwediyên dikanan, dikanên xwe bi pêdiviyên cejnê xemilandin. Sûkên kantonê gelek qerebalix bûne, ew jî bi saya aliyên têkildar wekî Hêzên Asayîşê û kontrolkirinê ku ewlehî û aramî li bajêr bi cih anîne. Her wiha Asayîşa Trafîkê ji bo hêsankirina tevgera şêniyan di nav sûkê de, trafîkê bi rêxistin dikin û rê li hemberî gera şêniyan di nav sûkê de vedikin.

Her wiha xwediyên dikanan ji bo balkişandina şêniyan pêşniyazên taybet ji bo firotinê pêşkêş dikin.

Şêniyên kantona Cizîrê diyar kir ku ji ber ewlehî û aramiya herêmê cejna îsal ji yên par baştir e. Her wiha diyar kirin ku buhayê pêdiviyên cejnê jî guncaw in. Xelîl Mihemed Hacî dikana xwe ya cilan di nav sûkên Qamişlo ji beriya çend salan vekiriye, destnîşan kir ku şênî vê salê ji salên din bêtir pêdiviyan dikirin û wiha pê de çû: "Ji destpêka Şoreşa Rojava, me ew qas qerebalix nedît, şênî bi awayekî mezin pêdiviyan dikirin. Lê ji bo buhayan, îsal ji salên par erzantir in. "

(şx/ew)

ANHA