Berwarî: Bersiva êrîşa li ser Şengalê yekitiya neteweyî ye

Endamê KNK’ê Kamîran Berwarî êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê wek reva ji pirsgirêkên hundirîn nirxand û tekez kir ku hikumeta başûrê Kurdistanê û ya Iraqê bi bêdengiya xwe ya li hemberî êrîşê nîşan didin ku ew jî di vê komployê de hevkar in.

Berwarî: Bersiva êrîşa li ser Şengalê yekitiya neteweyî ye
20 tebax, 2018   06:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Kamîran Berwarî li ser êrîşa dawîn a dewleta Tirk a li ser Şengalê ji ajansa me ANHA‘yê re axivî. Berwarî tekez kir ku êrîşa li ser destkeftiyên gelê Şengalê nîşaneya têkçûna planên Tirkiyeyê diyar dike û wekî reva ji aloziya hundirîn bi nav kir.

Berwarî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi serokatiyê Erdogan di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe, Erdogan ku di hilbijartinan de hêviya xwe bi ser nexist, êrîşî gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê dike. Berwarî wiha got: "Dewleta Tirk têkoşer Zekî Şengalî hedef girt, ji ber ku Şengalî roleke mezin di parastina Şengalî de pêk anî. Şengalî bi ramanên xwe yên azad û têkoşîna xwe ya giran xizmeteke mezin ji civaka Êzidî re kir, yekitî û rêxistinên wan ava kirin da ku karibin li hemberî êrîşan bersivê bidin."

Kamîran Berwarî li ser helwesta hikumeta Iraqê ya li hemberî êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê jî wiha domand: "Bêguman, destê hikumeta Iraqê di êrîşa li ser kerwanê ku ji merasîmê bîranîna qurbaniyên Komkujiya Koço vedigeriya de heye. Ne mimkun e ku balafirên Tirk bêyî agahdariya hikumeta Iraqê derbasî herêmê bibin. Em dikarin bibêjin ku hedefgirtina Mam Zekî Şengalî komployek ji hêla her du aliyan ve hate plankirin."

Berwarî her wiha diyar kir ku bêdengiya hikumeta başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê nîşandeya piştgiriya wê bi Tirkiyê re di hedefkirina gelê Kurd bi giştî û gelê Êzidî bi taybet, dide, herêma Kurdistanê Şengal ji her aliyan de dorpêç kiriye û nahêle ku Êzidî vegerin warê xwe.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Kamîran Berwarî bang li saziyên hiqûqa mafê mirovan, partiyên siyasî û saziyên sivîl kir ku der barê êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd de helwesta xwe diyar bikin û wiha got: "Komployek li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wê heye. Li hemberî vê yekê yekitî û hevgirtina gelê Kurd pêwîst e."

(bb/ew)

ANHA