Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Kobanê hat vekirin

Partiya Sûriyeya Pêşerojê buroya xwe li bajarê Kobanê bi merasîmekê bi merasîmekê vekir.

Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Kobanê hat vekirin
Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Kobanê hat vekirin
Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Kobanê hat vekirin
Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Kobanê hat vekirin
Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Kobanê hat vekirin
Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Kobanê hat vekirin
19 tebax, 2018   19:11

KOBANÊ

Bi dehan şêniyên Kobanê, Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan, Sekreterê Giştî yê partiyê Hevrîn Xelef, endamên partiyê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan tev li merasîmê bûn.

Rêveberê Partiyê yê Buroya Kobanê Azad Oso vekirina buroyê pîroz kir û got; Kobanê cîhan ji mezintirîn hêza terorîst parast û ji cîhanê re bûne mînaka berxwedanê.

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan jî axivî berxwedana Kobanê silav kir û got, "Kobanê terror têk bir û bi xwe re Minbic û herêmên din azad kir. Wekî Partiya Sûriyeya Pêşerojê em têkoşîna xwe li herêmên zêde bikin."

Hevrîn Xelef jî anî ziman ku Kobanê li hemberî terorê bi ser ket û pêşenga pêkanîna projeya Netewa Demokratîk.

Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen jî di merasîm de axivî û ev tişt got, "Vekirina buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ji bo me pir girîng e, da ku em bibin dengê gelê li Bakurê a Sûriyeyê ye."

Buroya ji aliyê dayika şehîd Hogir Kobanê Sedîqa Ehmed Cerade ve hate vekirin.

Di dawiyê de Koma Zerdeşt stran pêşkêş kirin.

(bb)

ANHA