Ciwanên Tirbespiyê dewleta Tirk şermezar kirin

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo dewleta Tirk bi meşeke mişeleyan hate şermezarkirin.

Ciwanên Tirbespiyê dewleta Tirk şermezar kirin
Ciwanên Tirbespiyê dewleta Tirk şermezar kirin
Ciwanên Tirbespiyê dewleta Tirk şermezar kirin
19 tebax, 2018   18:57

QAMIŞLO

Rêxistina Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekitiya Jinên Ciwan (YJC) a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê li dijî êrêşa dewleta Tirk a ser Şengalê û bêdengiya hikûmeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê meşek bi mişeleyan organîze kir.

Meş ji ber navenda YCR‘ê ya rojavyê navçeyê dest pê kir û di sûka navendî re derbas bû. Ciwanan dirûşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê û şermezarkirina dewleta Tirk beriz dikirin.

Meş li rojhilatê navçeyê rawestiya. Li virî endama Yekitiya Jinên Ciwan Bêrîvan Silo axivî.

Bêrîvan Silo anî ziman ku êrîşa li ser herêma Şengalê berdewama êrîşên DAIŞ‘ê li ser Şengal û Bakurê Sûriyeyê ye. her wiha bedewama tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Bêrîvan got, "Wekî Ciwanên Rojava û şagirtinên Rêber Apo radighînin ku em amade ne li hemberî here êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê bisekinin û soz didin gel, rêberê xwe û şehîd Mam Zekî Şengalî ku ew şopdarên xeta wan in ta pêkanîna azadiyê."

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(bb)

ANHA