Li Helebê ji bo zarokan ahenga Cejna Qurbanê

Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji munasebeta Cejna Qurbanê ahengek ji zarokan re bi rêxistin kir.

Li Helebê ji bo zarokan ahenga Cejna Qurbanê
Li Helebê ji bo zarokan ahenga Cejna Qurbanê
Li Helebê ji bo zarokan ahenga Cejna Qurbanê
Li Helebê ji bo zarokan ahenga Cejna Qurbanê
19 tebax, 2018   18:06

HELEB

Aheng li beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê bi amadebûna bi dehan zarokan û endamên navenda çand û hunerê û dengbêj Ehmed Xanê hate lidarxistin.

Di ahengê de Rêvebera TEV-DEM‘ê Rojîn Ebdo bi xêrhatina zarokan kir û Cejna Qurbanê li wan pîroz kir.

Rojîn Ebdo destnîşan kir ku armanca ahengê dilê zarokan xweş bike û spasiya Kongreya Star li ser vê ensyatîfê kir, zarokan jî li ber stranan dîlan gerandin.

Di dawiya ahengê de şîranî li zarokan hate belavkirin.

(bb)

ANHA