27 jin tev li YPJ‘ê bûn

Li Akademiya Ş. Rojda Minbic a YPJ‘ê dewreya perwerdeyê ya 8‘emîn a 27 şervanan bi dawî bû.

27 jin tev li YPJ‘ê bûn
19 tebax, 2018   16:47

GIRÊ SPÎ

Li akademiya Ş.Rojda Minbic a  Yekîneyên Parstina Jin (YPJ) pêş du mehan bi tevlêbûna 27 şervanî dewreyeke perwerdeyê bi navê Şehîd Darîn Minbic hatibû destpêkirin.

Di perwerdeyê de waneyên leşkerî û fikirî hatin dayîn.

Bi armanca qedandina dewreyê merasîmek hate organîzekirin.

Merasîm bi torana leşkerî ji aliyê şervanên dewreyê ve dest pê kir.

Ji fermandarên YPJ‘ê Zinarîn Qamişlo axivîn. Zinarîn Qamişlo bidawîkirina perwerdeyê li şervanan pîroz kir û anî ziman ku êdî ev şervan dibin xwedî rihekî berpirsyar.

Şervanên ku perwerdeya xwe bi dawî kiribûn kêfxweşiya xwe anîn ziman û banga xwe li jinan kirin ku ji bo azadkirina xwe bi xebitin.

Merasîm bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

(sd/hh)

ANHA