Meclisa nû ya HPC‘ê ya Kobanê hat hilbijartin

Konferansa Yekemîn a Hêzên Parastina Civakî ya Kantona Kobanê bi avakirina meclisa nû bi dawî bû.

Meclisa nû ya HPC‘ê ya Kobanê hat hilbijartin
Meclisa nû ya HPC‘ê ya Kobanê hat hilbijartin
Meclisa nû ya HPC‘ê ya Kobanê hat hilbijartin
Meclisa nû ya HPC‘ê ya Kobanê hat hilbijartin
19 tebax, 2018   15:46

KOBANÊ

Xebatên Yekemîn Konferansa Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya Kantona Kobanê vê sibehê bi beşdarbûna  800 delegeyî li hola Newroz a bajarê Kobanê dest pê kir.

Konferas bi axaftina Hevserokê Desteya Parasetinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen dest pê kir. Paşê jî raporên xebatên 3 salan ên meclisa parastinê hatin xwendin.

Her wiha fîlmek ku behsa çalakiya avakirina HPC'ê di şer û mercên dijwar de dike hat pêşandan.

Di konferansê de, rêziknameya HPC‘ê bi zimanê Erebî û Kurdî hatin xwendin û rewşa rêxistîn ji aliyê beşdaran ve hate gotûbêjinkirin. Piraniya nîqaşan li ser pêwîstiya xurtkirina pergala parastinê, bi taybet gundên nêzî sînor bû.

Di dawiya konferansê de, meclisa nû ji 35 endaman hatin hilbijartin.

Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya kantona Kobanê di 14‘ê Tîrmeha 2015‘an de bi awayekî fermî hate ragihand. HPC‘ê bi awayekî aktîv di pêngavên li dijî DAIŞ‘ê li bendava Tişrîn, Minbic û rizgarkirina Teqa û Reqayê de cih girt.

(bb)

ANHA