Gelê Dêrazorê du lehengên xwe oxir kirin

Şervanên QSD‘ê Ela El-Îbrahîm (Şevger Teyana) û şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Ednan El-Yezîdî bi merasîmeke girseyî li şehîdgeha Hanî El-Hesen a herêma El-Bisêra hatin oxirkirin.

Gelê Dêrazorê du lehengên xwe oxir kirin
Gelê Dêrazorê du lehengên xwe oxir kirin
Gelê Dêrazorê du lehengên xwe oxir kirin
Gelê Dêrazorê du lehengên xwe oxir kirin
Gelê Dêrazorê du lehengên xwe oxir kirin
Gelê Dêrazorê du lehengên xwe oxir kirin
19 tebax, 2018   15:06

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên herêma Dêrazorê ku alên QSD‘ê û wêneyên şehîdan hilda bûn, beşdarî merasîma veşartina cenazeyên şervanên QSD‘ê Ela El-Îbrahîm (Şevger Teyana) û şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Ednan El-Yezîdî  bûn.

Piştî ku şêniyan cenaze wergirtin, bi kerwanekî ji dehan seyareyan ku hatibûn xemilandin ber bi şehîdgeha Hanî El-Hesen ve bi rê ketin.

Kerwanê cenaze li şehîdgehê ji aliyê dehan kesî ve di nava dirûşmeyan û bilindkirina sembolên serkeftinê de hat pêşwazîkirin.

Şervanên Hêzên Erka Xweparastinê merasîmek leşkerî li dar xistin. Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Demhat Hesekê sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û diyar kir ku ew ê xeta şehîdan bişopînin û destkeftiyên wan biparêzin.

Hevseroka Meclisa Herêma Siwer Îlham El-Hisên jî got, "Em li ser xwîna şehîdan bazarê nakin, berdêl çi be bila ew be em dev ji warê xwe bernadin û li hemberî her êrîşan bê bersiv nemînin."

Wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Herî dawî cenazeyên herdu şehîdan di nava dirûşme û tilîliyan de hatin veşartin.

(bb)

ANHA