Ji ciwanên MSD‘ê li dijî dagirkeriyê meşeke girseyî tê lidarxistin

Meclisa Ciwanên MSD'ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyeyê dê meşeke girseyîli bjarê Girê Sp were lidarxistin. Meclisê bang li ciwanên Bakurê Sûriyeyê kirin ku tev li meşê bibin.

Ji ciwanên MSD‘ê li dijî dagirkeriyê meşeke girseyî tê lidarxistin
19 tebax, 2018   14:36

GIRÊ SPÎ

Meclisa Ciwanên MSD'ê piştî civîna xwe ya asayî ya li navçeya Eyn Îsayê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Destpêkê em rihmetê ji hemû şehîdên Bakurê Sûriyeyê û şehîdên azadiyê yên ku ji bo azadî û demkorasiyê canê xwe fede kirin re dixwazin. Wekî Meclisa Ciwanên MSD'ê em êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyeyê şermezar dikin, di serî de piştgerê trorê Erdogan ku êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê dike û şêniyên wê koçber dike.

Her wiha em bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û NY li hember êrîşn şermezar dikin. Em bang li hemû ciwanên ku li derveyî welat dikin bila vegerin welatê xwe Sûriyeyê, ji ber ku hewcedariya wan bi ciwanan heye ku wê ji terora Erdoganê DAIŞ‘î xilas bike.

Bi navê Meclisa Ciwanên MSD'ê û di çarçoveya pêngava Serî hilde de ya li dijî êrîşên dewleta  em bang li hermû ciwanan dikin ku tevlî meşa ku li Girê Spî di 28'ê Tebaxê de di saet 500 êvarê dê were orgenîze kirin, bibi. Her wiha ji bo ku em ji cîhanê isbat bikin ku em yek in û zordariyê qebûl nakin.

Bijî Sûriyeya demokratîk, bijî Sûriyeya pirreng ya ne navendî"

(şx)

ANHA