'Hedefgirtina Zekî Şengalî asta bê exlaqiya Tirkiyeyê nîşan dide

Partiya Nûjen û Demokratîk bi daxuyaniyekê şehîdxistina endamê Koordînasyona Civata Êzidî Zekî Şengalî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin kuhedefkirina Zekî Şengalî asta bê exlaqiya dewleta Tirk diyar dike.

'Hedefgirtina Zekî Şengalî asta bê exlaqiya Tirkiyeyê nîşan dide
19 tebax, 2018   14:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Nûjen û Demokratîk bi daxuyaniyekê destnîşan kirin ku êrîşa hedefgirtina Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî, dê agirê berxwedanê gurtir bike.

Daxuyanî wiha ye:

"Di vê êrîşê de dewleta Tirk hevkarî û piştgiriya xwe bi DAIŞ'ê re carek din isbat dike. Balafirên dewleta Tirk di salvegera 4'emîn a komkujiya gundê Koço de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî hedef girtin û şehîd xistin. Zekî Şengalî rolek girîng di parastina dozên gelê Êzidî û parastina wan ji DAIŞ'ê de lîst. Dibe ku Zekî Şengalî şehîd xistibin, lê bi hezaran têkoşer rêya azadî, rumet û biratiya gelan dişopînin û her wiha amade ne ji bo wê rêyê fedekariyan bidin. Di vê êrîşê de bê exlaqiya Tirkiyê û piştgiriya wê bi DAIŞ'ê derket holê. Zekî Şengalî rêya Rêber Ocalan dişopand û her wiha li hember nêzîkatiyên hikumeta AKPê bi lehengî têkoşiya.  

Partiya Nûjen û Demokartîk piştgiriya fikir û felesefya Ocalan, kadroyên partiyê û hêzên parastinê dike. Her wiha vê êrîşê şermezar dike û bawer e ku ev êrîş dê agirê berxewdanê gurtir bike û şopandina rêya têkoşer Zekî Şengalî û rêhevalên wî tekez bike."

(şx)

ANHA