Li herêma Cizîrê ji bo Mam Zekî Şengalî konê taziyê hate vedan

Li navçeya Amûdê ji bo endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî yê ku di encama êrîşa balafirên dewleta Tirk de hate şehîdxistin konê sersaxiyê hate vedan.

Li herêma Cizîrê ji bo Mam Zekî Şengalî konê taziyê hate vedan
Li herêma Cizîrê ji bo Mam Zekî Şengalî konê taziyê hate vedan
Li herêma Cizîrê ji bo Mam Zekî Şengalî konê taziyê hate vedan
Li herêma Cizîrê ji bo Mam Zekî Şengalî konê taziyê hate vedan
19 tebax, 2018   13:41

QAMIŞLO

Konê sersaxiyê li gundê Qezal Çox ê navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê ji aliyê Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê ve hate venda

Bi sedan Êzidiyên ji Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Hesekê û Serêkaniyê, tevlî endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  ji saetên sibehê ve berê xwe dane konê sersaxiyê.

Konê sersaxiyê bi wêneyên Zekî Şengalî, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mala Êzidiyan hatibû xemildan.

Di bin kon de, Endamê Meclisa Navçeya Amûdê Mihemed Ebdulqadir axivî û ji bo şehadeta mam Zekî sersaxî ji gelê Êzidî bi taybet û gelê Kurd bi giştî re xwest û anî ziman ku şehadeta Mam Zekî wê îradeya gelê Kurd ti carî neşkîne û dê xeta têkoşînê berdewam e.

Heke Tirkiyeyê şer dixwaze bila were sing bi sing şer bike

Di merasîmê de, hejmarek êzidiyên herêma Cizîrê nerazîbûnên xwe nîşanî êrîşa dewleta Tirk a li ser Mam Zekî Şengalî  dan.

Denef Hesen Kalo: Bi hezaran Êzidî şopdarên xeta şehîd Zekî ne. Ji ber ku mam Zekî ji bo gelê Êzidî têkoşîneke mezin da meşandin. Rexmî ku gelê Êzidî rastî gele komkujiyan hatin, lê çiyayê wan û mam Zekî pişta wan e. Heke dewleta Tirk şer dixwaze bila were sing bi sing şer bike, ne ji ezman topan bavêje, em ê bibînin wê kî serkeve, êrîşa li dijî Şengalê em wekî fermandekî din bi nav dikin. Lê bila dijmin baş bizanibe ku her êrîşek wan îrade û hêza me xurtir dike.

Qedîfa Xelef: Mam Zekî riya ronahiyê nîşanî me kir, bi dest dijmin û xayînan şehîd hate xistin. Li gel dagirkeriya Tirkiyeyê Berzanî ji şehîdxistina Mam Zekî berpirsyar e. Heya niha jinên Êzidî yên ji aliyê DAIŞ‘ê ve hatine revandin têne firotin, raya giştî bê deng e û hikûmeta Başûrê ji qetilkirina gelê Êzidî kanî?. Bila dijminên me baş nas bike ku gelê Êzidî wê serî ji wan re netewîne, bi hezaran mîna mam Zekî Şengalî hene dê Şengalî biparêze. Hevalê Mam Zekî soza ku dabûn bi cih anîn û 19 leşkerên Tirk kuştin.

(bb)

ANHA