Şehîd Botan Tirkmen di salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn

Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Babê duyemîn salvegera şahedata Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê Botan Tirkmen bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Şehîd Botan Tirkmen di salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn
19 tebax, 2018   12:56

MINBIC

18`ê Tebaxê salvegera duyemîn a şehadeta Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê Elî Selahedîn Bîş Elo (Botan Tirkmen) yekem şehîdê hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê ye. Di sala 2016`an de li gundê El-Xarûfiye yê Minbicê şehîd bû.

Endamên Meclisa Leşkerî ya Babê tekez kir ku ew ê heta dawiyê li ser rêya şehîd Botan Tirkmen û heta rizgarkirina bajarê Babê ji çete û dagirkeran, bimeşin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê Meclisa Leşkerî ya Babê em salvegera duyemîn a şehedate lehengek ji lehengên Meclisa Leşkerî ya Babê şehîd Botan Tirkmen, bi bîr tînin. Şehîd Botan şehîdê yekem ji Meclisa Leşkerî ya Babê ye. Ji bo azadiya gelan şehîd bû. Bi lehengî di çeperan de şer kir û yek ji şervanan bû ku Meclisa Leşkerî ya Babê ava kirin.

Şehîd Botan sembola têkoşîn û berxwedanê bû. Ji bo rizgarkirina hemû herêman ji terorîst û çeteyan têkoşîn kir. Şehîd Botan hêz û xurtkirina me ji bo berdewamkirina rêya ku me soz daye ku em ê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer bikin û herêma Babê û gundewarên wê ji çeteyan rizgar bikin, xurt kir.

Em ê li gorî soza xwe bin. Em ê rêya ku me ji bo pêşerojê neqişandiye bidomînin. Em ê hemû herêman ji dagirkeran rizgar bikin. Em ê xeyalên şehîd Botan pêk bînin û em ê hemû xaka xwe rizgar bikin. Em ê bi xwînan xwe xeyalên rêhevalê şehîd pêk bînin.

Rehmet ji şehîdên ku ji bo azadî û rizgarkirina gelan canê xwe feda kirin û ji birîndaran re şîfaya acil."

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Botan di sala 1993`yan de li gundê Şawa yê bakurê bajarê Babê ji dayik bûye û di 18`ê Tebaxa 2016`an de li gundê El-Xarûfiye yê gundewarên bajarê Minbicê şehîd bû.

(bx)

ANHA