MSD bi şênî û rûspiyên El-Keramê re rûnişt

Meclisa Sûriyeya Demokratîk têkildarî hevdîtinên bi rêjîma Sûriyeyê re û nirxandina rewşa siyasî bi şêniyên Bakurê Sûriyê re dicive û li wan guhdar dike.

MSD bi şênî û rûspiyên El-Keramê re rûnişt
MSD bi şênî û rûspiyên El-Keramê re rûnişt
19 tebax, 2018   12:01

REQA

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi armanca nirxandina encamên civîna wan bi rêjîma Sûriyeyê re li dibistana El-Kerame El-Cinûbiye ya herêmê civînek li dar xist. Bi dehan şêniyên herêmê, rûspiyên êlên herêma El-Kerame, gundewarên Reqayê û endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê endamê MSD`ê Hesen Mihemed Elî li ser rewşa siyasî ya Sûriyeyê axivî. Her wiha nirxandin li ser hevdîtinên wan bi rêjîma Sûriyeyê re kirin û diyar kir ku MSD hewl dide yekitiya xaka Sûriyeyê, biratiya gelan di navbera hemû pêkhteyan de û hevpeyvînên Sûrî-Sûrî bêyî destwerdanên derve, ava bike.

Hesen Mihemd destnîşan kir ku ew li ser banga rêjîma Sûriyeyê bi wan re civiyan, wan şandeyek ji hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ava kir û ber bi Şamê ve çûn. Hesen Mihemed diyar kir ku ew li ser tecrubeya Rêvberiya Xweser a Demokratîk û pêwîstiya çareserkirina aloziya Sûriyeyê bê destwerdanên derve axivîn, her wiha der barê aliyê tendirustiyê û xizmetguzariyê de nîqaş hatin kirin û der barê derbasbûna hêzên leşkerî yên Sûriyeyê ji Tebqayê re tu lihevkirin nehatine kirin.

Di dawiyê de Hesen Mihemed Elî li nirxandinên şêniyan û metirsiyan der barê vegera hêzên rêjîmê de guhdar kir. Mihemed Hesen Elî tekez kir ku cihê rêjîma Sûriyeyê li Bakurê Sûriyeyê di aliyê leşkerî de tune ye.

(bx)

ANHA