Ji bo azadiya Ocalan li Helebê 2 daxuyanî hatin dayîn

Kongra Star û Meclîsa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yên bajarê Helebê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî 2 daxuyaniyên cuda dan. Di her du daxuyaniyan de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî û Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku bi berpirsyariyên xwe rabin û rê li pêşiya destdirêjiyên Tirkiyeyê bigirin.

Ji bo azadiya Ocalan li Helebê 2 daxuyanî hatin dayîn
19 tebax, 2018   11:57

HELEB

Di çarçoveya qonaxa sêyemîn a hemleya "Em ê sîstema Îmraliyê hilweşînin û azad bi rêberê xwe re bijîn" de ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku Kongreya Star daye destpêkirin, 2 daxuyanî hatin dayîn.

Endamên Kongreya Star ên bajarê Helebê û endamên jin ên komînan li pêşiya navenda Weqfa Jin a Perwerde û Pêşxistina Hişmendiyê kom bûn û alên Kongreya Star û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin. Endama Buroya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongreya Star a bajarê Helebê Leyla Xalid daxuyaniyek xwend.

Di heman çarçoveyê de endamên Rêxistina Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Helebê daxuyaniyek da. Daxuyaniya PYD'ê jî ji aliyê Fatme Qunyekî ve hate xwendin.

Di her du daxuyaniyan de hate gotin ku dewleta Tirk der heqê gelê Kurd de destdirêjiyên herî qirêj pêk tîne û ji aliyekî din ve jî tecrîda xwe li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomîne.

Di daxuyaniyan de hate gotin ku tu carî kesayetên wekî Rêber Ocalan nayên girtin, lê belê hêzên desthilatdar û neteweperest bi fikra xwe ya paşveçûyî qeydkirî mane û wiha hate gotin: "Fikra Ocalan di nava gelên bindest de belav dibe."

Di daxuyaniyan de hate gotin ku hêzên komploker xwest bi girtina Ocalan rêgezên mirovî û exlaqî têk bişikînin, lê bi saya felsefeya Ocalan bi milyonan şopdarên Ocalan derketin. Di daxuyaniyan de her wiha hate gotin ku êrîşa artêşa Tirk li dijî Şengalê nîşana têkçûna wê ye piştî ku hemû siyasetên wê li Sûriyeyê hatin têkşikandin

Di her du daxuyaniyan de tecrîda hikumeta Tirkiyeyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi tundî hat şermezarkirin,  her wiha bang li rêxistinên mirovî, hiqûqî û Neteweyên Yekbûyî kirin ku bi berpirsyariyên xwe yên mirovahî û exlaqî rabin û rê li pêşiya destdirêjiyên dewleta Tirk bigirin.  Di dawiya her du daxuyaniyan de dirûşmên wekî "Bê serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" hatin gotin.

ANHA