Ji ber hovîtiya dagirkeran bi kirîza dil ket

Li gundê Berbenê yê herêma Raco ya kantona Efrînê welatiyek bi temen ji ber ku arêtşa Tirk û çeteyên wî mala wî talan kirin bi kirîza dil ket

Ji ber hovîtiya dagirkeran bi kirîza dil ket
18 tebax, 2018   16:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji herêma Racoyê ya kantona Efrînê ji ajansa me re diyar kir ku welatiyê bi navê Xelîl Henan Ferîda yê ji gundê Berbenê piştî ku artêşa Tirk kiryararên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî ku girtin ser mala wî û milkên wî ji pez û hwd talan kirin bi kirîza dil ket.

Çavakaniyî tekez kir ku rewşa li gundê tevlihev û bi tirs e û anî ziman ku çete bi şev digirin ser malan û gulan di avêjin.

Heman çavkanî diyar kir ku li gundên Goliyaya Jorîn û ya jêrîn heman rewş e.

(bb)

ANHA