Meclisa Zagonsaz reşnivîsa qanûna trafîkê ya nû nîqaş dike

Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê reşnivîsa qanûna trafîkê ya giştî û ya nû nîqaş kir. Piştî bidawîkirina guhertinên pêwîst û erêkirina endamên meclisa, dê ji bo erêkirinê ji Hevserokatiya Kantona Cizîrê were şandin.

Meclisa Zagonsaz reşnivîsa qanûna trafîkê ya nû nîqaş dike
Meclisa Zagonsaz reşnivîsa qanûna trafîkê ya nû nîqaş dike
Meclisa Zagonsaz reşnivîsa qanûna trafîkê ya nû nîqaş dike
18 tebax, 2018   16:24

QAMIŞLO

Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê, îro civîna xwe ya asayî li navenda xwe li navçeya Amûdê li dar xist. Piraniya endamên meclisê û endamên dîwana meclisê Ebdulkerîm Seko û Îlham Metlî beşdarî civînê bûn,

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre protokola civîna borî hate vegotin. Paşê reşnivîsa qanûnê trafîkê ya giştî û ya nû ya ku ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Bakurê Sûriyeyê ve hatibû pêşkeşkirin, hat nîqaş kirin.

Qanîn ji 400 made pêk tê, heta niha meclis 50 made nîqaş kir û guhertinên guncew û pêwît tê de çêkir. Madeyên dîtir dê di civînên pêş de werin nîqaş kirin. Piştî bidawîbna niqaşkirina reşnivîsa qanûna giştî ya trafîkê û ya nû û erêkirina wê ji aliyê endamên Meclisa Zagonsaz ve, dê ji hevserokatiya kantonê re ji bo erêkirinê bê şandin.

(şx)

ANHA