Şêniyên Hecîn bang li QSD‘ê dikin ku wan ji DAIŞ‘ê xelas bikin

Şêniyên bajaroka Hecîn a ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatiye dagirkirin, bang li QSD‘ê kirin ku bi lez wan ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin. Her wiha tekez kirin ku ew amade ne tev li pêngava rizgarkirinê bibin.

Şêniyên Hecîn bang li QSD‘ê dikin ku wan ji DAIŞ‘ê xelas bikin
Şêniyên Hecîn bang li QSD‘ê dikin ku wan ji DAIŞ‘ê xelas bikin
Şêniyên Hecîn bang li QSD‘ê dikin ku wan ji DAIŞ‘ê xelas bikin
18 tebax, 2018   15:36

DÊRAZOR

Şêniyên bajaroka Hecîn a ku li ser beravê çemê Firatê û girêdayî Dêrazorê dikeve, nameyek nivîskî ji Feramdariya QSD'ê re şandin. Di nameyê de bang li QSD‘ê tê kirin ku wan ji pecên DAIŞ‘ê re xelas bikin.

Name wiha ye:

"Em wekî gelê bajarokê Hecîn, pêwîstiya me bi kesî re tuneye, em ê bi xwe xwe bi rêve bibin, hinek ji me hatin xapandin û tev li DAIŞ‘ê bûn.

Çeteyên DAIŞ'ê piştî têkoçûna wan li Reqayê kiryarên xwe der heqê şêniyan de zêde kirin. Bi taybet piştî hatina hinek endamên DAIŞ'ê yên biyanî, binpêkirinên bê exlaqî der heqê şêniyan de û li mizgeftan jî dikin.

Em bang li QSD'ê dikin ku bi lez dest bi pêngava rizgarkirina Hecîn bikin. Em amade ne tev li pêngava rizgarkirinê bibin.  Kesên dibêjin  şêniyên Hecîn DAIŞ‘ in ne raset in, em amade ne li hemberî wan bisekinin."

Şêniyan di nameyê de behsa tengavkirinên ku rastî wan tên kirin û destnîşan kirin ku hewcedariya wan a lezgîn bi navendên tendrûstiyê, xizmetguzariyê û perwerdehî bi heye.

Her wiha şêniyan di nameyê de diyar kirin ku hinek kes ji herêmê dixwazin êrîşî wan bikin, ji ber ku ew gelek aştîxwaz in û dûrî pirsgirêkan in.

Şêniyan di nameyê de ji QSD'ê xwestin ku pêngava rizgarkirina bajaroka wan Hecîn ji bo ku vegerin malên xwe, lez bikin.

(şx)

ANHA