Şehîd Botan Tirkman li ser gora xwe hate bi bîranîn

Şehîd Botan Tirkman di salvegera şehadeta xwe ya duyemîn de li ser gora xwe hate bi bîranîn.

Şehîd Botan Tirkman li ser gora xwe hate bi bîranîn
Şehîd Botan Tirkman li ser gora xwe hate bi bîranîn
Şehîd Botan Tirkman li ser gora xwe hate bi bîranîn
Şehîd Botan Tirkman li ser gora xwe hate bi bîranîn
18 tebax, 2018   16:05

KOBANÊ

Şervanê YPG‘ê  Elî Beyîs (Botan Tirkman) di 18‘ê Tebaxa 2016‘an di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de şehîd bû. Cenazeyê Botan li goristana Şehîd Dicla ya kantona Kobanê hatî veşartin.

Bi sedan şervan û fermandarên meclisên leşkerî yên Minbic û Babê û Cebhet El-Ekard, YPG û YPJ‘ê û şêniyên kantona Kobanê beşdarî merasîmê bîranîna şehîd Botan bûn ku li ser gora wî hatibû organîzekirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Fermandarê Hêzên Cebhet El-Ekard Ebû Ela sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, "Hêza herî xurt hêza şehîdan e, şehîd tiştên herî girahbûna diyar gelê dikin û gel û welat ji dagirkeran rizgar dikin. Bi saya şehîdên mîna Botan em di nava aramiyê de"

Ebû Ela soza şopandina riya şehîdan dûbare kir.

Biranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(şm/sn)

ANHA