Dewleta Tirk dîsa li Serêkaniyê sivîlek birîndar kir

Artêşa Tirk a dagirker êrîşî sînorê Serêkaniyê kir û di encam de sivîlê bi navê Ehmed Fewaz Bercez (35) birîndar bû.

Dewleta Tirk dîsa li Serêkaniyê sivîlek birîndar kir
18 tebax, 2018   09:32

HESEKÊ

Îro di derdorê saet 10.00’an de artêşa  Tirk a dagirker êrîşê Serêkaniyê kir û di encam de li taxa Mihetê sivîlek  bi navê Ehmed Fewaz Bercez (35) birîndar bû. Hat zanîn ku dewleta dagirker sê fîşek avêtine û yek ji wan li Ehmed ketiye.

Piştî destwerdana lezgin, Ehmed bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê. Hat zanîn ku rewşa Ehemd baş e. 

Heta niha artêşa  Tirk a dagirker bi dehan caran êrîşî  Serêkaniyê kiriye û di encam de bi dehan sivîl şehîd bûne û birîndar bûne.

(ekip/kc)

ANHA