Karwanê welatiyên Bakurê Sûriyeyê derbasî axa Şengalê bû

Karwanê welatiyên Bakurê Sûriyeyê ku ji hezaran kesî pêk dihat ji bo beşdarî merazsîma oxirkirina endamê kordînasyona civaka Êzdî şehîd Mam Zekî Şengalî bibin derbasî Şengalê bûn.

Karwanê welatiyên Bakurê Sûriyeyê derbasî axa Şengalê bû
Karwanê welatiyên Bakurê Sûriyeyê derbasî axa Şengalê bû
Karwanê welatiyên Bakurê Sûriyeyê derbasî axa Şengalê bû
Karwanê welatiyên Bakurê Sûriyeyê derbasî axa Şengalê bû
18 tebax, 2018   09:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro ji ser vê sibê ve bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê berê xwe dan herêma Şengalê da ku beşdarî merasîma oxirkirina endamên kordînasyona civaka Êzdî şehîd Mam Zekî Şengalê bibin.

Beriya çend kêliyan karwanê welatiyên Bakurê Sûriyeyê derbasî axa Şengalê bû.

Tê payîn ku merasîma oxirkirina şehîd Zekî Şengalî bi xwepêşandanekê li dijî destdirêjiya artêşa Tirk were destpêkirin. Cenazeyê şehîd Zekî Şengalî dê li mezara herdu şehîdan Berxwedan û Dilgeş were spartin.

Endamê Kordînasyona Civaka Êzdî Zekî Şengalî di encama êrîşeke ezmanî ya artêşa Tirk a dagirker de di 15'ê vê Tebaxê de şehîd bû.

ANHA