Meclisa Serêkaniyê êrîşen li ser Şengalê şermezar kirin

Meclisa herêma Serêkaniyê êrîşên li ser Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Meclisa Serêkaniyê êrîşen li ser Şengalê şermezar kirin
18 tebax, 2018   09:29

HESEKÊ

Bi dehan endamên meclis û komînan beşdarî daxuyaniya ku li ber Meclisa Serêkaniyê hate dayîn, bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em wek meclisên belde û saziyên rêveberiya xweser êrîşên hovane yên taxûta serdemê padîşah Erdogan ên li ser xaka Şengalê şermezar dikin û ew êrîşên berdewama êrîşên bav û kalên wan yên  Osmanî ne. Çi komkujî, çi jî 73`ê fermanên ku li ser kurdên Êzîdî de pêk anî û ya herî dawî jî ew fermana ku bi destê nevî û hevkarê wê DAIŞ`ê di 3`yê Tebaxa 2014`an de pêk anîbûm, em van êrîşan bi tundî protesto û şermezar dikin.

Di 15`ê Tebaxê de balafirên şer ên dewleta Tirk geliyê Şilo yê Şengalê bombebaran kir û di êrîşê de endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Mam Zekî Şengal şehîd bû. Em êrîşên li ser Mam Zekî Şengal wekî êrîşên li ser berwedana Şengalê dibînin. Ji ber vê yekî em wek sazî, meclis û dezgehên bajarê Serêkaniyê bang li hemû saziyên navneteweyî û yên mirovî dikin ku li beramberî polîtîkaya hikumeta AKP’ê bisekinin her wiha em ji hikumeta Iraqê û ya Herêma Başûrê Kurdistanê dixwazin ku helwesta xwe der barê êrîşên dewleta Erdogan ên li ser Şengalê zelal û aşkera bikin.

Em dipêjin dewleta Tirk bi van êrîşên xwe temenê xwe kurt dike. Gel û tevgera me dê asta têkoşînê bilind bike ji bo tohildana ji êrîşên hovane.

Daxuyanî bi dirûşmeyên `Bijî berxwedana Şengalê`,`Şehîd namirin` bi dawî bû.

ANHA